Dayikên Aştiyê wê sibe li dijî tecrîdê dakevin qadan

Dayikên Aştiyê wê sibe dakevin qadan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin. Dayikan ji bo çalakiya sibe, banga tevlîbûnê kirin.

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Dayikên Aştiyê wê sibe li dijî tecrîda girankirî û li dijî zextên li girtîgehan ku li xwe kirina kincê yek reng li ser girtiyan tê ferzkirin, dakevin qadan. Dayikên Aştiyê wê sibe saet di 16:00 de li Parka Koşûyolû ya Amedê çalakiya rûniştinê pêk bînin. Dayikan bang li raya giştî kirin.

Ji Dayikên Aştiyê Seher Gulenç diyar kir ku redkirina hewldana Rêberê Gelê Kurd Ocalan ji bo pêvajoya çereseriyê ya ji aliyê dewletê ve, nêzîkatiya hikumetê ya li gelê Kurd nîşan dide û got, "Ez tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo şermezar dikim. Tişta tê kirin ne qanûnî ye."

Dayika Aştiyê ya bi nav Halîse Albay jî diyar kir ku bi ragihandina Rewşa Awarte û derxistina biryarnameyan re dixwazin çavên gelê Kurd bitirsînin û got, "Dewletê gelek caran komkujî û êrîş li me kir. Me qet serî netewand. Di serî de tecrîta li ser Rêber Apo, divê dawî li polîtîkayên ferzkirina kincên yek reng ên li ser girtiyan bê anîn." 

Albay herî dawî ji bo çalakiya ku wê sibe li dar bixin banga tevlîbûnê kir.