Dayikên Aştiyê serdana Guven kirin: Divê tecrîd rabe

Dayikên Aştiyê serdana Leyla Guven kirin ku 106 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne.

Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 106 roj in di greva birçîbûnê de ye. Endamên Meclîsên Dayikên Aştiyê yên Amed û Stenbolê serdana Guven a li mala wê ya li taxa Bagcilar a navçeya Baglar a Amedê kirin.

Dayikên Aştiyê piştî hevdîtinê daxuyaniyek dan.

'DAXWAZÊN WÊ MAFDAR E Û DIVÊ BI CIH WERIN ANÎN'

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê Bediya Dûman got, "Leyla îradeya gelekî ye. Li ber mirinê ye. Divê desthilatdarî dawî li vê rewşê bîne. Divê daxwazên Leyla Guven bi cih werin anîn. Daxwazên wê daxwazên normal in, hikumet çima bêdeng e? Zarokên wan jî hene, gelo qet hest bi wan re nîne? Hestên mirovahiyê bi wan re nîne?"

Dûman bang li hikumetê û Wezîrê Edaletê kir û got, "Em dixwazin daxwazên Guven bi cih werin anîn. Li dijî tecrîdkirina Abdullah Ocalan di grevê de ne. Bila ev tecrîd bi dawî bibe. Bersiv ji daxwazan re bê dayin. Leyla Guven îradeya bi milyonan mirovî ye, lewma divê bi vî rengî nêzîkatiyeke bê rehm neyê nîşandan."

NERAZÎBÛNA LI BÊDENGIYÊ

Dayika Aştiyê Bedîa Gokyuz jî bêdengiya raya giştî rexne kir. Gokyuz bi bîr xist ku çalakiya Leyla Guven gihîştiye asta krîtîk û wiha dewam kir: "Divê dinya tev zanibe; em dayik em ê bêdeng nemînin. Tecrîdkirina Birêz Ocalan tecrîdkirina gelan û jinan e. Leyla Guven zane ku ev tecrîd li dijî jinan e, lewma bedena xwe daye ber mirinê. Çalakî ne çalakiyeke ji rêzê ye. Zêdeyî 300 zarokên me di greva birçîbûnê de ne."

Gokyuz diyar kir, Leyla Guven nûnera jinan û dayikan e û got, "Êdî dengê me bibihîzin. Divê tecrîd bê rakirin. Van mirovan li dijî bê edaletiyê bedena xwe dane ber mirinê. Bang li gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê dikim; êdî birînên dayikan bibînin. Daxwaza me bi dawîbûna tecrîdê ye, bi dawîbûna çalakiyên greva birçîbûnê ye."