Dayikên Şengalî: Dewleta Tirk şerekî bêexlaq dimeşîne

Dayikên Şengalî gotin, dewleta Tirk bi rengekî bêexlaq li dijî gerîla şer dike û nerazîbûn nîşanî dewletên navneteweyî dan ku bikaranîna çekên kîmyewî ji nedîtî ve tên.

Ji 23'ên Nîsana 2021'ê û vir ve dewleta Tirk a dagirker bênavber êrişî qadên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêmên Parastinê dike. Li gorî daxuyaniyên HPG'ê bi taybetî van mehên dawî 323 caran artêşa Tirk bi çekên kîmyewî êrişî qadên gerîla kir. Dayikên Şengalî têkildarî van êrişên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê nirxandin.

'DEWLETA TIRK BI ÇEK Û HÊZA XWE NIKARE BI GERÎLA'

Dayê Şemê Remo destpêkê tevahî şehîdên tevgera azadiyê bibîr anî, sersaxî ji tevahî malbatên Şehîdan re xwest û got: "Dewlata Tirk ti caran bi çek û hêza xwe bi gerîla nekariye; ji bo wê ye ku ev bi sala ne li çiyayên Kurdistanê her êriş dikin têk diçin û li ber çavê cîhanê niha serî li rêbazên qirêj ên bikaranîna çekên kîmyewî dane. Li çiya bi çeken kîmyawî li Rojava, Mexmûr û Şengalê jî li gel dide. Lê gelê ku fikra Rêber Apo nas kiriye li hemberî her êrişê bihêztir dibe. Di êrişên dewleta Tirk de zarokên me şehîd dibin. Me soz dane şehîdên xwe, ji bo wê em ê xwe bi rêxistin bikin, xeyalên şehîdên xwe pêk bînin."

'BIÇIN ÇIYA LÊKOLÎN BIKIN'

Şemê Remo bal kişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî ya li ber êrişên dagirker û bikaranîna çekên qedexe û kîmyewî û wiha domand: "Dewletên desthilatdar ên ku dibêjin em mafê mirovan in xwe girtine. Rexmê dizanin ev çek li cîhanê nayê bikar anîn, lê bi bêdengiya xwe rê dide Tirkiyeyê. Bangawaziya me ji tevahî dewletên ku dibêjin em mafên mirovan diparêzin; bila berê xwe bidin çiya û li wan deveran lêkolîn bikin, bizanin ka rastiya dewleta Tirk çiye. Em weke jinên Êzidî tu caran vî şerê bê edalet napejirînin."

'GERÎLA XWEDÎ FIKIRÊN RÊBER APO NE, TÊK NAÇIN'

Dayika bi navê Kinê Xidir jî nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk a çekên kîmyewî bikar tîne da û ev anî ziman: "Tişta dewleta Tirk dike bêexlaqiya herî mezine. Ji ber ku li dijî fikra wan be, bi her şêweyî wan qetil dike; ev ne kiryarek mirovî ye. Dewleta Tirk bi êrişên xwe yên balafiran jî bi vîna gerîla nikare. Dema dîtin ku li Zap, Metîna û Avaşînê li ber berxwedana gerîla têk çûn, serî li çekên qedexe û kîmyewî dan. Bila dewleta Tirk baş zanibin ku gerîla şervanên Rêber Apo ne, têk naçin wê her tim bi pêş ve biçin."

'HER KESÊN FIKIR Û AZADIYA RÊBER APO DIJPEJIRÎNIN BILA BIKEVIN NAVA LIV Û TEVGERÊ'

Dayê Kinê Xidir bal kişand ser gotinên ku qala mafê mirovan dike û ev got: "Eger ku mafê mirovan hebûya, ev 6 meh zêdetire li ser zarokên me çekên qedexe û kîmyewî nedihate bikaraîn. Em xelkê Şengalê û jinên Şengalê bang li her kesên fikir û azadiya Rêber Apo dipejirînin dikin, ku çav û guhê xwe li vê yekê negire, demildest bikevin nava liv û tevgerê."