Dayikek, jiyanek, têkoşînek

Çîroka jiyanê ya Dayika Sîtî ku li Wanê di nobeda edaletê de ye, kurtasiya jiyana gelê Kurd e. Di nava 55 salan de gelek êş kişand, niha jî dibêje 'Bila tecrîd bi dawî bibe, ciwan nemirin' û Nobeda Edaletê digire.

Dayika Sîtî di temenê xwe yê 55 salan de gelek tişt dît. Dema ku li navçeya Miksê dima, ji ber ku cerdevaniya li wan dihate ferzkirin qebûl nekir, gundê wan hate valakirin û neçar man ku koçî Wanê bikin. Lê belê JÎTEM'ê li Wanê jî dest ji wan berneda, bi mirinê gef li wan xwar û êşkence kir. Dayika Sîtî ku gelek xizmên wê di şer de jiyana xwe ji dest dan û gelek xizmên wê girtî ne, diyar kir ku rêya aştiyê bi bidawîkirina polîtîkaya tecrîdê dibe, lewma bi rojane di nobeda edaletê de ye.

Dayika Sîtî got, "Min xizmên xwe ji dest da. Îro hîn jî gelek xizmên min girtî ne û tevî girtiyên siyasî di greva birçîbûnê de ne. Ji bo piştgiriyê bidim wan, ji bo aştiyê li vê derê me" û qala çîroka jiyana xwe kir: "Ez ji Miksê me. Li gund me karê sewalkariyê dikir. Wê demê leşker ketin gund û cerdevanî li me ferz kir. Hevser û xizmên min jî ev yek qebûl nekir. Hevserê min got 'Em bimirin jî em ê nebin cerdevan'. Her tişt gelekî zehmet bû. Me nikarîbûn sewalên xwe bibin çêrandinê, em mexdûr bûn. Piştî ku jiyan li me herimandin me koçî Wanê kir. Li vê derê kurekî min dil da têkoşînê. Zarokên min wê demê tevlî karên partiya siyasî bûn, di heman demê de diçûn dibistanê. Em li Wanê jî sewalkariyê dikin. Em gelekî birûmet in. Ji ber vê yekê jî tevî her tiştî îro li vê derê em di nobeda edaletê de ne."

'ÊŞKENCE LI KURÊ MIN KIRIN'

Dayika Sîtî bi gotina 'Ez bi rojan qala zilma li me hatiye kirin bikim wê têrê neke" bal kişand ser bûyerên salên 1990'î û got, "Rojekê avêtin ser malê, dema ku çûm derî vekim bi pihênê derî şikandin û ketin hundir. Berê çekê dan serê me. Birayê hevserê min girtin, bi salan girtî ma. Kurê min li Ozgur Gundemê dixebitî. Dema ku hat malê, çenteyê rojnameya Ozgur Gundemê tê de bû dixist dolaba li ber derî. Xaniyê me dilop dikir, min teştek danîbû ber. Wê demê avêtin ser malê û dîtin, hingî bi rojan êşkence li kurê min kirin. Ber bi Newrozê ve kurê min berdan. Piştre jî fermandarekî li Qereqola Bostanîçiyê bi şev û roj avêt ser mala me. Digotin 'Zarokên we li ku ye'. Rojên ku zarokên min ji malê dernediketin jî îdîa dikirin ku li kolanan tevlî çalakiyan bûne. Me zanîbûn ku hin mirovên li derdorê îxbarê dikin. Di nava rojê de diavêtin ser malê, lêgerîn dikirin. Piştî ku tiştek nedîtin, kurê min got 'Hûn îro çi dikin, rojek wê bê em ê jî bikin', li hemberî vê gotinê gelekî bi hêrs bûn, hindik mabû kurê min bifetisînin. Rojekê careke din bi panzeran dor li malê girtin, hevserê min li şaredariyê dixebitî. Careke din berê çekê dan me, li malê geriyan."

'LI DIJÎ ZILMÊ EM DI NOBEDA EDALETÊ DE NE'

Dayika Sîtî têkildarî nobeda edaletê got, "Em îro li vê derê di nobeda edaletê de ne. Lê belê edaleta dewletê nemaye. Dilê dayikan hemûyan dişewite, bila dilê dayikên din neşewite. Li girtîgehan zarokên me di greva birçîbûnê de ne. Ji bo piştgiriyê bidin wan em li vê derê ne. Ew aştiyê dixwazin, çareseriyê dixwazin. Bila daxwazên wan bêne qebûlkirin, tecrîd bê rakirin û aştî pêk were. Ji ber vê yekê em ê nobeda xwe ya li vê derê dewam bikin."