Dayika wî, behsa Fermandar Çiyager kir

Saliha Turkan, diya fermandarê berxwedana Sûrê Çiyager got, ‘’Dema ku têne cem min û dibêjin, ‘’Fermandar Çiyager kurê te bû?’ ez dibêjim, ‘na, ez diya wî me’’. Xwezî bi sedan zarokên weke Çiyager min anîbûna dinê.’’

Saliha Turkan, diya fermandarê berxwedana Sûrê Cîhat Turkan (Çiyager) ku gotibû, ‘her çi jî bibe encam wê bêhempa be’ behsa zaroktî û jiyan Cîhat kir. Salîha dibêje, ‘’ew bi çavên xwe yên şîn bû hêviya Sûrê û sembola aştiyê’’. Dayika Çiyager dibêje heta ku ew sax be ew ê her li doza kurê xwe xwedî derbikeve.

Cîhat 1982’an li gundê Kedilê yê Heskîfa Elihê tê dinê. Di zaroktiya xwe de zexta dewletê dibîne. Ji ber zextan malbat zêdetir nikare li gund bimîne û 1984’an berê xwe dide navçeya Seyhanê ya Edene. Cîhan li Edene dest bi dibistana seretayî dike û li dibistanê jî ji bo Kurd e zextê dibîne. Tiştên ku ji zaroktî ve Cîhat jiyaye berê wî dide refên azadiyê. Di dema zanîngehê de tevlî nav xebatên ciwanan, salên dî di nav têkoşînê de dimîne û piştre jî dibe fermandarê berxwedan Sûrê yê dîrok nivîsî.

LI DIJÎ NEHEQIYAN BÊHNA WÎ NE FIREH BÛ

Salih Turkan dibêje di zaroktiya xwe de pir henûn û li dijî neheqiyan jî bêhna wî ne fireh bû û dibêje, ‘’ji zaroktiyê kifş bû bê ka Çiyager wê bibe berxwedêrekî zîrek’’. Turkan dibêje Çiyager hem li dibistanê û hem li derve neheqiya li ser hevalê xwe qebûl nedikir û wiha pê diçe: ‘’Rojekê pir hêrs bûbû. Min got çi bûye, çima tu hêrs bûye got, ‘’ez pir li dersa xwe xebitîbûm, min kopya jî negirt lê mamosteyan got te kopya girtiye û ji bo ve jî puanên min kêm kirine. Ew qas xebata min beleheq çû.’’

 ‘ÇIYAGERÊ MIN WIHA BÛ’

Piştî ku ev gote min em bi hev re çûne dibistanê û em bi midûr re axivîn. Min helwest nîşan da û got, ‘’çima puanê kurê min kêm kirine.’’ Piştî kum e nîqaş kir gotin ew ê kurê min bi tenê têxin azmûnê û careke dî puanan bidinê. Çiyager kete azmûnê û 100 puan stand. Piştre midûrê dibistanê lêborîn ji kurê min xwest. Çiyagerê min wiha bû, ne neheqî li ser xwe û ne jî li ser hine dî qebûl dikir.’’

DI ZAROKTIYÊ DE DEST BI XEBATÊ KIR

Hê di zaroktiyê de ji bo alîkariyê malbatê di hêla aborî de bike hem diçe dibistanê û hem dixebite. Li cem apê xwe li dikana pêlavçêker û piştre li cem şalgamfiroş dixebite. Tim di nav lêgerînê de ye û hewl dide tiştinan bike. Li gel ku dixebitî jî dersên wî pir baş bûn. Di azmûna zanîngehê de beşa matematîkê ya Zanîngeha Dîcleyê bi dest ve tîne.

SALÊN ZANÎNGEHÊ

Li Dîcleyê dixwîne. Diya wî Turkan behsa wan salan dike: ‘’ Ji ber ku li dibistanê nedixebitî me pere jê re dişand. Rojekê dema ku bi bavê xwe re diaxive jê dixwaze ji yên berê hinekî zêdetir pereyan bişîne. Dema ku bavê wî sedem jê pirsî dibêje rewşa aborî ya hevalekî wî yê Şirnexî ne baş e. Ji bo vê jî Çiyagerê min xwestiye ku pê re alîkar be.’’

ZANÎN BI PEREYAN NEDIFIROŞT

‘’Pir biaqil û zîrek bû. Gelekan jê re gotin dersa matematîkê bide lê ji ber ku Çiyager nedixwest bibe koleyê pereyan bersiva neyênî dida her kesî. Kurê min digot zanîn bi qasî ku bi pereyan nikare wer firotin bi nirx e.’’

REFÊN AZADIYÊ

Çiyager di 20 saliya xwe de Amedê nas dike, demeke dirêj di dema zanîngehê de xebatan dike. 2005’an jî biryar dike ku ku dema wî hatiye û tevlî nav refên azadiyê dibe. Çiyager bi salan bi malbatê re têkiliyê nadeyne. Malbata bi rêya hevalekî wî hîn dibe ku çûye, malbat piştî bi demekê çûna Çiyager bi xwe dide qebûlkirin. Saliha Turkan dibêje bi salan wan hewl dida hîn bibin bê ka dijî yan na û didomîne: ‘’Tim me çapemenî dişopand bi hêviya ku qet nebe em wêneyekî wî bibînin. Piştî çûna kurê min zexta li ser me jî zêdetir bû. Carinan bi ser mala me de digirtin, carinan li kuçeyan rêya zarokên min dibirîn û pirs ji wan dikirin.’’

ÇIYAGER DI NAV BERXWEDANA SÛRÊ DE YE

Çiyager êdî di nav berxwedana dîrokî ya Sûrê de ye. Malbat ji ber zextan ku biryar dabû biçe Ewropayê piştî ku bi vê dihise dudilî dibe. Lê dewlet jî dema ku hîn dibe Çiyager li Sûrê ye zêdetir bi ser malbatê de diçe. Dayik qet nexwaze jî xwe neçar hîs dike ku derkevin.

Dayika Turkan dibêje, ‘’min digot ku em biçin wê tiştek bi kurê min were’’ û dema ku li derveyî welêt in hîn dibe ku qedexe rabûye. Dikeve dilê wê ku kurê wê şehîd bûye û vê ji hevserê xwe re jî dibêje. Mirov dikare bibêje, ma mirov dikare hîs bike ku zarokê wan miriye lê ew dibêje wê hîs kiriye ku şehîd bûye û tim li bendê maye ku agahî were. Piştre jî hîn dibin ku şehîd bûye. Piştî ku hîn dibin jî ji derveyî welat vedigerin.

‘JIYANA BIRÛMET HILBIJART’

Salîha Turkan dibêje, ‘’Çiyagerê min ev doz hilbijartibû û koçberbûna me bandor lê kiribû’’ û wiha didomîne: ‘’Tim ji me re digot, xwe nas bikin û nebin koleyên sîstemê’’. Me hewl da ku em layiqî kurê xwe bin. Weke her dayikê kezeba min jî ji bo kurê min şewitî lê ti caran min gazin nekirin. Wî li dijî hemû bêrûmetiyan jiyana birûmet hilbijart. Xwezî her Kurd bikarîbûna ev bianîna ber çavan û xwe bidana doza xwe. Kurê min serê xwe ji ti asîmîlasyon, zext û êrîşê re netewand. Bi wan çavê xwe yên şîn bû sembola aştî û hêviyê. Bi wan çavê xwe yên şîn xwest ku Sûrê ronî bike. Mil da hevrêyên xwe û berpirsyariya ji bo gelê xwe bi cih anî.’’

NA, EZ DAYIKA WÎ ME

Salîha Turkan wiha dibêje: ‘’ ’Dema ku têne cem min û dibêjin, ‘’Fermandar Çiyager kurê te bû?’ ez dibêjim, ‘na, ez diya wî me’’. Xwezî bi sedan zarokên weke Çiyager min anîbûna dinê. Bila be, hevrêyên Çiyagerê min jî kurên min in. Ez ê hewl bidim ji hemûyan re bibim dê. Heta ku ez sax bim ez ê li doza wî xwedî derbikevim. Bila Kurd jî Çiyager û hevrêyên wî ji bîr nekin û berxwedan Sûrê ji bîr nekin. Wan ji bo vî gelî 103 rojan, li dijî tang û topan li ber xwe dan.’’