Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de ye: Em ê rê nedin zilmê

Botan Tîmûr yek ji wan girtiyan e ku li Wanê di greva birçîbûnê de ye. Dayika wî Zubeyde Tîmûr got, "Em natirsin û em ê tawîzê ji mafdariya xwe nedin. Banga piştgiriyê li dayikan hemûyan dikim."

Li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Wanê, greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ku 14'ê Îlonê bi rengekî dorveger dest pê kir, dewam dike. Girtî bi komên ji 6-7 kesan 10 rojan carekê bi dorvegerî tevlî çalakiyê dibin û dixwazin dawî li kiryarên ji dema Rewşa Awarte ve didomin bê anîn.

DAYIK TÎMÛR: EM NATIRSIN Û EM Ê TAWÎ NEDIN

Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de ye Botan Tîmûr e. Dayika Tîmûr Zubeyde Tîmûr got, "Li girtîgehan kiryarên li derveyî mirovahiyê tên kirin. Zarokên me ji bo dawî li van polîtîkayan bê anîn niha di greva birçîbûnê de ne. Em vê zilmê qebûl nakin. Em natirsin û ji mafdariya xwe tawîzê nadin. Bang li dayikan hemûyan dikim ku piştgiriyê bidin vê grevê."

Zubeyde Tîmûr got, "Ya wê tavilê bersivê bidin daxwazên zarokên me ya jî em ê li pêşiya girtîgehê em ê bikevin  grevê." Dayik Tîmûr got, "Em weke gelê Kurd ji ber ku mafê xwe dixwazin vê zilmê li me dikin. Ji bo her Kurdên ku dikujin bahaneyekê çêdikin. Lê em ê serî li ber van polîtîkayên zilmê netewînin."