Dayika Aştiyê Kiran jî di nav de 18 kes hatin destgîrkirin

Rejîma AKP-MHP'ê îro bi navenda Amedê berê sibehê bi ser gelek malan de girt, Dayika Aştiyê Havva Kiran (63) jî di nav de 18 kes destgîr kirin.

Polîsên Tirk berê sibehê bi ser siyasetmedar û aktivîsên Kurd de girt, dema ku bi ser malan de girtin gelek kesa hatin girtin. Bi henceta 'li ser dosyayê sînordarkirin heye'' sedema vê êrîşê nehate vegotin.

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Havva Kiran jî bi çarçovaya operasyona li Amedê  hat destgîrkirin. Kiran birin Miduriyeta Polîsan a Amedê. 
 
KESÊN KU HATINE DESTGÎRKIRIN
 
Navên kesên hatine destgîrkirin: Endamên Avakara Komeleya Jinan a Rosa Narîn Gezgor û Ayla Akat Ata, Seroka Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad ( TJA) Gulcîhan Şîmşek û Zelal Bîlgîn, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê berê Mehmet Arslan, endama Desteya Rêveber a Navenda (MYK) ya HDP’ê Ozlem Gunduz, Hevserokên Rêxistina HDP’ê yên Yenîşehîrê Remziye Sizici û Kasim Kaya, endamê HDP’ê Mehmet Alî Altinkaynak, siyasetmedarên kurd Celal Yoldaş û Nazîle Tûrsûn, Rêvebera Komeleya Jinan a Rosa Fatma Gultekîn. Endamên Meclîsa Şaredariya Rezanê Huseyîn Harman û Gonul Aslan, endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Sevim Coşkun, endama Meclîsa Şaredariya Yenîşehîrê Nevriye Çûr û endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Havva Kiran.