Dayika Apoyiyan: Dayika Hatîce

Hatîce Altûn: Li mala me gelekî man. Heta 12'ê Îlonê du rojan carekê diavêtin ser mala me, lê min ti carî nehişt ku tiştekî bibînin. Min çek xweş vedişart; bi tonan min çek veşart. Min heta niha ti çek bi destê dewletê berneda. Gelekî wêrek bûm.

Hatîce Altûn, Dayika Hatîce ya Apoyiyan 13'ê Tîrmeha 2014'an li sirgûnê li bajarê Kolnê yê Elmanyayê jiyana xwe ji dest da. Îro salvegera mirina Dayika Hatîce ye. Dayika Hatîce ku şahidî ji avabûna Tevgera Apoyî re kir ji Rêber Apo heta Hakî Karer, ji Mazlûm Dogan heta Kemal Pîr, Dogan Kiliçkaya, Hayrî Dûrmûş, Alî Haydar Kaytan û Cemîl Bayik mêvandarî ji gelek kadroyên pêşeng ên tevgerê re kir. Ji wan re bû dayik, kedeke mezin da.

Tûzlûçayir li Enqereyê yekane tax bû ku Apoyî dikevin nava gel. Yek ji deverên perwedeyê yên Apoyiyan jî mala Altûnan bû.

Dayika Hatîce qala wan rojên destpêkê kir:

"Em bi eslê xwe ji Dersimê ne... Ji Kayseriyê em çûn Tûzlûçayirê. Ewilî em ketin xaniyekî kirê. Piştre me li ser rêya NATO xaniyek kirî. Hingî xaniyek du xanî li wir hebûn. Xaniyê me biçûk bû. Heval xebitîn û xanî mein kirin. Ji bo zarokên me bixwînin, bibin karmend, pere qezenç bikin em hatin Enqereyê. Saît û Xezal dixwendin. Piştî ku partî hat, hemûyan dev ji xwendinê berdan.

Riza li Tûzlûçayirê bû şoreşger. Li Tûzlûçayirê heval gelek bûn. Ciwan dihatin mala me. Hin ji wan şehîd bûn. Kazim, Cemal ew dijîn. Gelek ji wan hebûn, navê wan ji bîra min çûne.

Mal şev û roj tijî bû. Serok dihat daxivî. Dema şaşitiyek çêdibû Serok sererast dikir. Me jî xwarin û çay çêdikir. Rojekê, piştî ku Serok xwarina xwe xwar û çaya xwe vexwar, min jê re got, 'tu biçe razê'. Serok jî got, 'Çima? Tu min diqewirîne?'. Min jî jê re got, 'Ez te naqewirînim. Hevla hemû li ser piyan man, birçî ne. Li cem te nikarin bixwin. Bila ew jî bixwin'. Wî jî got, 'Temam, eger tu wiha dibêje, ez diçim'.

Wê çaxê Kesîre ji min re got, 'Bila her kes biçe li mala xwe xwarinê bixwe. Tu çima xwe diwestîne? Tu xwarinê çêdike, çay çêdike, xizmetê dike'. Min jî jê re got, 'Ez ji dil çêdikim. Tu neyê mala min. Ji niha û pê ve tu neyê mala min'. Kesîre derket û çû. Careke din jî nehat. Ji xwe bavê wê ajan bû.

Rojekê Kemal Pîr, Mazlûm Dogan hatin. Yên dihatin nîşanî me nedidan. Bi dizî dixistin odeyê. Min jî ji qulika derî lê dinerî. Lê ez dîtin. Min jî got, 'Min xwest bibînim bê ev kî ne'. Lê Riza nedihişt. Ez çûm cem Serok û min jê re qala derdê xwe kir. Riza hat ji min re got, 'tu çi pê re axivî'. Min jî got, 'Çi zanim, li ser tiştekî axivîm. Tu nahêle ez vî cihê biçûk jî lê binerim'.

Şevekê li derî xistin. Zarok hemû li malê bûn. Ez ketim nava fikaran. Min got, 'Kî ye?' Gotin 'Derî veke'. Min got, 'Hun bêjin ku kî ne, ez jî derî vekim'. Gotin, 'Şîrket li malê ye?' Wê çaxê ji Riza re digotin 'şîrket'. Gotin, 'Ev der mala şîrket e, xaltîkê derî veke, em wî nas dikin'. Ez jî çûm odeyê min ji Riza re got, 'Riza navê te dibêjin'. Heval hemû rabûn, ketin nava fikaran. Derî vekirin, yên hatibûn heval bûn. Hev hembêz kirin. Bi xwe re çenteyekî tijî çek anî bûn.. Gelekî kêfa wan hatibû, diketiyan.

Li mala me gelekî man. Heta 12'ê Îlonê, du rojan carekê davêtin ser mala me, lê min tiştek bi destê wan ve berneda. Min çek xwe vedişart, bi tonan çek veşart. min ti ji çekan heta roja îro bi destê dewletê ve berneda. Ez wêrek bûm. Lê niha nemaye. Pîr bûme. Em nikarin tiştekî bikin.

BI HER AWAYÎ BERDÊL DA

Kurekî Dayika Hatîce, du neviyên wê di şerê azadiyê de şehîd bûn.

Kurê wê Haydar Altûn sala 1991'ê li Heftanînê di operasyonekê de bi birîndarî dîl hate girtin. Piştre li Amedê êşkenceyeke giran lê hate kirin. Ji ber ku gotinek bi tenê jî neaxivî, ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin.

Salîh Dogan Yildirim (Cûmaalî) di 28'ê Tebaxa 2005'an de li bejayiya navçeya Elbakê ya Wanê di şerê dijî artêşa Tirk de, Sînan Altûn (Dogan) jî 21'ê Nîsana 2006'an li Xinere di êrişa topbaranê ya dewleta Îranê de şehîd bûn.

Malbata wê hema bi temamî tevlî vê têkoşînê bû. Wê bi xwe jî êşkence, zindan û sirgûn dît.

Dayikek welê bû ku dema kurê wê Haydar bi birîndarî dîl hate girtin gotina wê ya destpêkê wiha bû, "Gelo mikur hatiye?" Dema ku dibihîze ku gotinek bi tenê jî negotiye, dilê wê rehet dibe. Dema ku Haydar şehîd dibe, ji bo kêfa dijmin neyê, nagirî.

Dayikek welê ye ku Cûmaalî (Salîh Dogan) dema tevlî nava Hêzên Taybet dibe, dibêje "Salihê me tevlî fedayiyan bûye ku li dijî dijmin bombeya destpêkê bi xwe ve diteqîne."

WÊNEYÊ EGÎD

Dayikek welê ye ku polîsên Tirk dema diavêje ser mala wê, dixwazin wêneyê fermandarê efsanewî yê PKK'ê Egîd (Mahsûm Korkmaz) ji dîwêr daxîne. Dayika Hatîce got, "Min wêne neda wan. Min ji wan re got, 'Agir berde mala min, lê wî wêneyî nebe. Kurê min e. Ez kurê xwe nadim. Bikeve hundir, çi dibe bibe, lê hûn ê nikaribin kurê min bibin'. Gotin, 'Ew kurê te ye?' Min jî got, 'Kurê min e'." Bi vî rengî li ber polîs radibe û nahêle ku wêne bibe.

MALA WÊ MALA APOYIYAN BÛ

Ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Riza Altûn bi van gotinan qala Hatîce Altûn dike: "Têkiliya destpêkê ya dayika min a rêxistinî li Tûzlûçayirê ji ber têkiliya yekser a bi karên wê komê re bû. Ji xwe malbatên her kesên di nava komê de gelekî nêzî hev bûn. Her kes dikarîbû biçûya her malê, dikarîbû bima, xwarin bixwara. Mala me jî vekirî bû; li hevalên di nava komê de û rêxistinên din ên li taxê re.

Lê belê têkiliya bi me re hîn cudatir bû, ji dil bû. Ti carî qut nebû, têkiliyeke timî hebû. Apoyî û rêbaza vegotina Apoyî ya li ser Kurdîtiyê bandor li her kesî kir.

Rêbertî wê demê li Enqereyê dima. Vegereke bingehîn li Kurdistanê nebû bû. Rêbertî li wir bû. Yên ku dihatin Enqereyê yan jî bi Kurdistanê re têkilî datanîn û li Enqereyê karê xwe hebûn, adresa wan mala Dayika Hatîce bû.

KEMAL PÎR JI DORPÊÇÊ RIZGAR KIR

Wê demê bi xwe tevlî gelek bûyeran bû. Li lîseyan çalakiyên boykotê, meş, mîtîng dihatin lidarxistin, faşîstan êriş dikirin, polîsan êriş dikirin, yên li wan digeriyan diviyabû bihata veşartin. Ew bi xwe tevlî van hemûyan dibû. Me dayikên xwe bi rêxistin dikir, wan jî diçûn ciwanên bi polîsan re şer dikirin rizgar dikir. Carekê li beşa Ziman-Dîrok-Cografyayê bûyerek qewimî bû; Kemal Pîr ketibû rewşeke welê; dayika min çû ew ji nava dorpêçiyê rizgar kir. Bi vî dilî tevlî çalakiyan dibû.

ÇÛ BEKAAYÊ GEL RÊBERTÎ

Piştî 12'ê Îlonê bi destpêkirina têkoşîna gerîla re ji bo bi komên destpêkê yên gerîla re têkiliyê de yen çû heta Botanê, Cizîrê. Piştre jî di salên 1990'î de çû Bekaayê çû dîtina Rêbertî... Gelek caran hate girtin, êşkence lê hate kirin, lê ti carî mikur nehat. Piştî ku hate rewşeke welê ku nema dikare li Tirkiyeyê bimîne neçar ma ku derbasî Ewropayê bibe. Dayika min xwedî çîrokeke bi vî rengî ye ku di nava rêxistinê de derbas kir."

RÊBER APO: KEDA XWE DÎROKÎ YE

Rêber Apo ku li zindana Îmraliyê bihîst ku Dayika Hatîce jiyana xwe ji dest da, ev îlan da rojnameya Ozgur Gundemê:

"Bi êşeke giran û kûr min bihîst ku Dayika Hatîce wefat kiriye, ku di têkoşîna me ya azadiyê de cih û nirxekî xwe yê nayê înkarkirin heye. Dayika Hatîce û gelek dayikên me li ser me keç, kurên xwe xwedî kedeke dîrokî ne. Dayikbûna wan bi bûyîna gelekî bi rûmet û nû hate tecrûbekirin û bi wate bû.

Min her tim bawer û hîn jî pê bawer im ku têkoşîna Kurdistanê wê bi keda we dayikan û bi fedakarî û lehengiya zarokên leheng ên Kurdistanê ku we ew mezin kirine, teqez wê bi ser bikeve. Ji ber ku baweriya min teze kir, bi minet û hesret bi bîr tînim; sersaxiyê ji malbata wê ya hêja û gelê me re dixwazim. Bi rêzdarî."

Ji roja destpêkê heta kêliya dawî tenê xeyaleke Dayika Hatîce hebû: Dîtina Kurdistana Azad.