Dayika 3 şehîdan Sarê Demîr jiyana xwe ji dest da

Dayika Şemiyê Sarê Demîr ku bi salan li aqûbeta kurê xwe Îbrahîm Demîr ê di wexta destgîrkirinê de hat windakirin pirsî, jiyana xwe ji dest da.

Dayika Şemiyê Sarê Demîr a 85 salî ku li navçeya Hezex a Şirnexê dima, li Nexweşxaneya Dunyayê ya Êlihê ji ber nexweşîna pençeşêrê jiyana xwe ji dest da. Malbatê cenazeyê Demîrê ji Êlihê wergirt û bir Hezexê. Cenazeyê Demîrê dê li Goristana Şêx Hesen a Hezexê bê veşartin.

Kurê Demîrê Îbrahîm Demîr di sala 1991'ê de di dema destgîrkirinê de hatiye windakirin, kurê wê Giyasettîn Demîr jî di sala 1998'an de hatiye qetilkirin û kurê wê Nîhat Demîr jî ku tev li PKK'ê bûbû şehîd bûbû.

Dayika Şemiyê Sarê Demîr bi salan tev li çalakiyan bûbû û li aqûbeta kurê xwe Îbrahîm Demîr pirsîbû.