Dayik Kurt: Divê em li zarokên xwe xwedî derkevin

Nazîfe Kurt, dayika girtiyê bi navê Abdulah Kurt ku ev 26 roj in di greva birçîbûnê de ye got, ''Hemû mirovên bihistyar divê destê xwe li ser wijdanê xwe deynin, niha 317 girtî di grevê de ne. Divê em li zarokên xwe xwedî derkevin''.

Ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger ku li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê dest pê kirine kete roja 70'yî. Girtiyê bi navê Abdullah Kurt ku ev 26 roj in li  Girtîgeha Tîpa H'yê ya Dîlokê di greva birçîbûnê de ye li navçeya Ortaklar a Aydinê jidayik bûye û heta lîseyê pola yekê xwendiye.

Kurt ku gelek caran hatî destgîrkirin, 2009'an tê girtin û wî dişînin Girtîgeha Îzmîr-Kiriklarê. Li vir piştî ku salekê girtî dimmîne, tê berdan, lê ji ber ku 'ceza'yê wî tê pejirandin dîsa davêjin girtîgehê. Vê carê li Girtîgeha Tîpa D'yê ya Amedê dimîne, piştre sirgûnî Girtîgeha Tîpa L'yê ya Dîlokê dibe û li heman kampûsê piştre sirgûnî ya Tîpa H'yê dibe.

BI MALBATÎ HATINE GIRTN

Dayika Nazîfe Kurt dibêje bavê Abdullah Kurt jî bi giştî 15 salan li girtîgehê dimîne û zaroktiya kurê wî bi şertên giran derbas bûye. Kurt dibêje dema ku Abdullah 5 mehî bûye bavê wî hatiye girtin, di 11 saliyê de bavê wî ji girtîgehê derketiye.

Kurt axaftina xwe wiha didomîne: ''Her çendî zaroktiya Abdullah giran bihurî be jî ew bi vê xemgîn nebû. Zarokekî pir baş e. Diçû kûderê her kesî jê hez dikir. Em bi hev re diçûne serdana bavê wî, lê me ew tim nedibir. Ji bo vê jî dema ku bavê wî li girtîgehê bû Abdullah ew nas nedikir. Rojekê dema ku bavê wî li girtîgeha Çanakkaleyê bû ,got, ''yadê ev kî ye?''. Min jî gotiyê bavê te ye. Wiha hêdî hêdî bavê xwe nas kir.''

LI GEL KURÊ XWE YÊ BIÇÛK HATE GIRTIN

Kurt dibêje kurê wî Abdullah pir ketiye ber bandora rabirduya siyasî ya bavê xwe û domand, ''Jixwe 2010'an Kanûnê ez ji girtîgehê derketim. Ji ber ku bi kurê xwe yê biçûk Harûn re tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûm, 7,5 mehan li Girtîeha Berhama Îzmîrê mam.

Ji ber ku tim bi ser mala me de digirtin û em dihatin girtin 2011'an em çûne Amedê. Abdullah pir kete ber bandora vê. Piştî ku ez derketime bi çend mehan Abdullah hate gritin. Piştî ku ew hate girtin bavê wî cara duyan hate girtin û li Girtîgeha Amedê bû.''

'ZAROKÊN ME DI ÇALAKIYÊN XWE DE MAFDAR IN'

Kurt dibêje di roja 16'an a greva birçîbûnê de çûye serdana kurê xwe û domand, ''Got, ew pir biryardar in û heta dawiyê wê çalakiya xwe bidomînin. Diyar kir, ji çalakiya xwe pir kêfxweş e û heta ku tecrîd bidawî bibe wê çalakiyê neqedîne. Rewşa wî ya tenduristiyê ne baş bû. 4 kîlo li xwe şikandibû. Herî dawî dema ku li min geriya got 6 kîloyan li xwe şikandiye.'
Di serî de li Leyla Guven slav li her kesî kir. Got ew ê tecrîdê qebûl nekir. Jixwe tecrîd li gorî yasayên Tirkiyê sûcê mirovahiyê ye. Ji bo ku tecrîdê bişkînin ketin vê çalakiyê û mafadar in. Divê hemû mirovên bihistiya destê xwe li ser wijdanê xwe deynin û niha 317 girtî di greva birçîbûnê de ne. Divê em li van xwedî derkevin.''

BANGA BIHÎSYARIYÊ

Kurt bi domdarî got zarokên wan her roj ber bi mirinê ve diçin û domand, ''Leyla Guven ev 108 û yên li zindana ev 70 roj in di grevê de ne. Her wiha li Ewrpa û li welatên din hevalin hene ku greva wan ketiye roja 90'î. Ew hemû zarokên me ne. Di nav wan de hevalên jin jî hene. Ji bo vê divê em hemû bihistyar bin. Divê em li wan xwedî derkevin. Ez bang li her kesî dikim ku me bi tenê nehêlin. Heke ji girtîgehan tabûtek derkeve ji ob me wê maneya tiştekî nemîne.

Em bang li hikûmetê dikin dawî li vê tecrîdê bîne. Zarokên me jî wê dest ji grevê biqerin. Ji ber ku dema ku zarokên me li wir dihelin em jî li wir dihelin. 317 kes ne hindi kin. Ev hijmar her ku diçe zêde dibe. Zarokên me jixwe li girtîgehê ne, ev ne bes e bi ser de tecrîdê li ser wan datînin. Divê tecrîd demildest bidawî bibe.''