Dayik Şenyaşar: Ev çi dewlet e!

Dayika Emîne Şenyaşar a nerazîbûn nîşanî dadgeha Tirk da ku 37 sal û 9 meh ceza li kurê wê Fadîl Şenyaşar birî, da got: “ Êdî em li ser vê axê najîn. Ev çi dewlet e?”

Piştî ku 3’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê 37 sal û 9 meh ceza li Fatil Şenyaşar birî û şûnde dayika Emîne Şenyaşar a 25 roj in li pêşiya Edliyeya Rihayê di domedê de bû, nerazîbûn nîşan da.

Dayik Şenyaşar a dema di nobedê de bû biryar bihîst got: “5 Kurê min hebûn 2 jê kuştin, 1 jî girtin girtîgehê. 37, sal û 9 meh ceza lê birîne. Yên qetlîam jî kirine 18 sal ceza lê birîne. EV çi edalet e, ev çi dewlet e? Li vê xakê edalet tine, ezê biçim ji vir. Êdî li ser vê axê em ê nejîn. Ezê niha biçim mala xwe bar bikim. Kê zarokên min kuştin? Kê dîwarên nexweşxaneyê bi boyaxa sor boya kirin. Ev çi dewlet e, ev çi edalet e. Me jî bigirin, bikujin.”

Mehmet Şenyaşar ê dema kesên derdor îsyana dayikê dikişand û polîsan êrîşî wan kir û  birîndar bû got: “Hûn enceq bikarin pey me bikevin. Bikevin pey ên qetlîam kirine. Ev e edalet? Ji vê yekê her kes berpirs e, wê rojekê edalet ji bo we jî pêwîst bike.”