Daxuyaniya YPS'ê ya li ser çalakiyên li Wan û Geverê

Koordînasyona Giştî ya YPS'ê, li ser çalakiya li Wanê ya li dijî rêveberê AKP'ê û têkildarî kesekî tê gotin li Geverê bi dewleta Tirk re dixebitî, daxuyaniyek da.

Koordînasyona Giştî ya YPS'ê, nasnameya sê endamên YPS'ê yên li Wanê jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.

Di daxuyaniya YPS'ê de, ku li malpera wan hate weşandin, ev agahî hatin dayin:

"Roja 14'ê Nîsanê, li navçeya Bêgirî ya Wanê, yekîneyeke YPS'ê bi çekên ferdî li konvoya Serokê AKP'ê yê Navçeya Bêgiriyê yê bi navê Îbrahîm Balli reşand, ku ev şexs berê hatibû hişyarkirin. Li vê derê, wezîfedarekî ewlekariyê hate kuştin. Ev kesê hate kuştin hem cerdevan e, hem jî xizmê serokê navçeyê ye. Di vê çalakiyê de ji leşkeran jî kuştî û birîndar çêbûn, lê hejmara zelal bi dest neket.

17'ê Gulanê, yekîneyeke YPS'ê cihê çeteyên AKP'ê yên li navçeya Bêgiriyê tespît kirin û avêtin ser vî cihî. Di vê operasyonê de hevalên me li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên amadekariya êrîşê dikirin, şer kirin. Di şer de mirî û birîndarên çeteyên AKP'ê çêbûn, lê hejmar nehate zelalkriin. Li vê derê 3 hevalên me heta fîşeka xwe ya dawî şer kirin û bi lehengî şehîd bûn.

Nasnameya hevalên me yên şehîd bûne wiha ye:

* Şerzan Koçer / Agîd Çetînkaya / Dayik: Kumrî, Bav: Osman / Di sala 1994'an de li navçeya Seyhan a Edeneyê ji dayik bû

* Canfeda Gulan / Malîk Bîçen / Dayik: Adalet, Bav: Riza / Di sala 1996'an de li Bêgiriyê ji dayik bû / Di sala 2014'an de tevlî bû

* Metîn Arhan / Ferhat Çirak / Dayik: Zubeyde, Bav: Cesîm / Di sala 1985'an de li Bêgiriyê ji dayik bû / Di sala 2013'an de tevlî bû.

GEVER

Hevalên me yên YPS'î, şexsê bi navê Necmettîn Atsiz ê li Geverê karê kontra dikir û di şerê nava bajaran de bi dijmin re dixebitî, gelek caran hişyar kirin. Hişyariyên hatin kirin ne xema vî şexsî bûn û vî kesî karê xwe yê kontra dewam kir. Li ser vê yekê, yekîneyeke me ya YPS'ê roja 30'ê Gulanê ev şexs ceza kir."