Daxuyaniya piştî civina PDK-YNK’ê: Divê em hevkariyê xurt bikin

Piştî civîna polîtbûroyê ya PDK û YNK’ê ya li Silêmanî Mele Bextiyar ê YNK’yî û Nêçîrvan Barzanî yê PDK’yî daxuyaniyeke hevpar dan. Barzanî got ew hazr in bi Iraqê re bidin û bistînin.

Piştî civîna îro ya polîtbûroyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanê Kurdistanê (YNK) ya li Silêmanî Mele Bextiyar ê YNK’yî û Nêçîrvan Barzanî yê PDK’î daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê dan.

Di hevdîtinê de ji şandeya PDK’ê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û endamên Polîtbûroya PDK’ê Fazil Mîranî, Hoşyar Zêbarî, Roj Nûrî Şawes, Mahmûd Muhammed, Azad Berwarî û Dilşad Şehab; ji şandeya YNK’ê jî Hêro Îbrahîm Ehmed, Sadî Ehmed Pîrê, Mela Bextiyar, Şêx Cafer Mistefa, Şoreş Îsmaîl, Aso Mamend, Omer Fetah û Hakim Qadir hebûn.

‘DIVÊ EM HEVKARIYÊ XURT BIKIN’

Barzanî di daxuyaniya çapemeniyê de got, hevdîtin ‘ji bo başkirina têkiliyan deriyek e’ û diyar kir ku divê Kurd bibin yek. Barzanî got, ‘’Ji bo ku em heq ji vê pêvajoya giran derkevin pêdiviya me bi hevkariyê heye. Beriya her tiştî divê têkiliyên nav PDK û YNK’ê baş bin.’’

Barzanî got partiyên Kurd vê heftiyê ji sê baskan ve Bexda ziyaret kirine û got partiyên Kurd bi şandeyeke hevpar biçin Bexdayê wê çêtir be. Barzanî got ew amade ne ku di nav çarçoweya destûrê de bidin û bistînin û wiha domand, ‘’Me gelek caran diyar kir ku bi çarçoweya destûrê em amade ne ku bidin û bistînin.’’

BARZANÎ: TI TÊKILIYA ME BI ÇALAKIYÊN ÎRANÊ RE NÎN E

Li ser îdîayên ku çalakiyên gel ên Îranê ji Hewlêrê têne organîzekirin jî got ti problema wan bi Îranê re nîn e û diyar kir, ‘’Çi têkiliya me bi bûyerên Îranê re nîn e.’’

MELE BEXTIYAR: EM Ê LI SER KERKÛKÊ BIAXIVIN

Mele Bextiyar jî diyar kir ku hevdîtin baş bûye û di civînê de li ser rewşa Kerkûkê axivî ne û sibe PDK û YNK ji bo vê mijarê zelal bikin wê careke dî bicivin.

Mele Bextiyar li ser ziyareta partiyên Kurd a li Bexdayê jî got, beriya niha Bexdayê bang li wan kiriye lê ew neçûne û domand, ‘’Partiyên ku çûne Bexdayê derbarê hevdîtinan ti agahî nedana me.’’

SERDANÊN LI BEXDAYÊ

Vê heftiyê Goran, Komela Îslamî û partiya Berhem Salih Dadmendî û Koaîlasyona Dadmendiyê ya ji bo Demokrasiyê çûne Bexdayê, bi serokwezîr, serokkomarê Iraqê û bi partiyên muxalîf ên Iraqê re rûniştibûn.

Sekreterê Berê yê YNK’ê Pawel Talabanî jî çûbû Bexdayê û bi Serokwezîrê Iraqê Heydar Ebadî re runiştibûn. Her wiha tê gotin ku PDK jî ev demek e bi serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî El Malîkî re hevdîtinan dike.