Daxuyaniya HPG’ê ya têkildarî operasyonên li Kato, Agirî û Amedê

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî operasyonên li Amed, Kato û Tendûrekê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de hat diyarkirin ku artêşa Tirk derbên giran xwariye. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li Katoyê 12 leşkerên Tirk hatine kuştin.

HPG’ê bal kişand ku operasyona Amedê bi 15 hezar leşkeran didome û artêşa Tirk li Tendûrekê manîpulasyonê dike.

Daxuyaniya HPG’ê wisa ye:

REWŞA DAWÎN A KATOYÊ

Di kontrolkirina bejahiyê ya artêşa Tirk a dagirker a li Katoyê heta niha ti şer pêk nehatiye. Carekê hêzên me çalakiyek li ser dijmin kirine, li vê derê çûne ser 12 cenazeyan, hin çek rakirine û bêyî ku windahiyan bidin vegeriyane baregehên xwe. Di dema lêgerîn û kontrola eraziyê de hin çek û cebilxaneyên hêzên me desteser kirine lê li wê qadê bi qasî ku artêşa Tirk a dagirker dibêje ew qasî çek û cebilxaneyên me tune. Gelek çek û alavên ku desteser kirine, li wê qadê tune.

Têkildarî mijara li Katoyê 5 ton amonyûm nîtrat û 2 çekên antîtank ên AT-4 tune; hejmara hin çekên li wê derê hatine desteserkirin jî zêde nîşan dane. Bi kurtasî vê lîsteya çekan a ku dewleta Tirk dibêje min ev tişt li Katoyê desteser kiriye, lîsteyeke erzan e.

Di vê operasyonê de tenê temasek çêbûye, ew jî hêzên me çalakiyeke serkeftî pêk anîne. Tiştekî pûç e ku ew dixwazin li Katoyê qehremanan îcat bikin. Li Katoyê şer tune ye ku qehremanên şer hebin.

ARTÊŞA TIRK LI TENDÛREKÊ TÊK ÇÛ

Bi heman awayî li qada Tendûrekê ya Agiriyê jî artêşa Tirk li ser hev du caran têk çûye û derbeyên giran xwariye. Di şerê pêşîn de 5 hevalên me şehîd ketine û jê pê ve ti windahiyên me tune lê artêşa Tirk a dagirker hejmarên miriyên xwe kêm dike (û nade diyarkirin) hejmara windahiyên gerîlayan zêde dike û dixwaze raya giştî bixapîne û bi sixtekariyeke mezin têkçûna xwe wekî serkeftinê dide nîşandan.

Daxuyaniyên dewleta Tirk ên li ser herdu qadan, daxuyaniyên şerê psîkolojîk in.

LI AMEDÊ BI 15 HEZAR LEŞKERAN OPERASYON

Niha li Eyaleta Amedê jî bi operasyona 15 hezar leşkeran operasyonek heye û gerîla berxwedaneke mezin nîşan daye û gelek çalakiyên êrîşê li dar xistiye û derbên mezin li dewleta Tirk xistiye û ev pêvajo didome. Heta niha bi tenê du windahiyên gerîlayan hene. Wekî operasyona Tendûrekê ya Amedê jî têk çûye. Encamên wê, pişre wê bi berfirehî bi raya giştî re were parvekirin.