Davûtoglû berpirsê siyasî yê cînayeta Tahîr Elçî ye

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren got “Serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû berpirsê siyasî yê cînayeta Tahîr Elçî ye.”

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren diyar kir ku piştî kuştina Tahîr Elçî saziyên darizandinê lêpirsîna ceza nedaye destpêkirin, desthilatdarî li hemberî zelalkirina vê cînayetê helwesta xwe nîşan nedaye û îddîaname  dosyayê manîpule dike.

Eren diyar kir ku bi polîtîkayên ji bo ewlekariyê re zext li ser civaka sivîl jî hate kirin û kuştina Tahîr Elçî wekî destpêka van zextan dikare were dîtin. Eren got “Civaka sivîl ji rola xwe nereviya lê armanca desthilatdariyê jixwe ev bû. Bi zext û polîtîkayên tehakume re xwestin dora civaka sivîl bigirin. Heman tişt li rojavayê Tirkiyeyê jî pêk hat, girtina Osman Kavala li hemberî civaka sivîl ya li rojavayê Tirkiyeyê bû. Mixabin li her du aliyan jî bandora civaka sivîl şikest.”

CÎNAYETA LI SER TAHÎR ELÇÎ NAYÊ ZELALKIRIN

Eren diyar kir ku saziyên darizandinê yên Tirkiyeyê di lêpirsîna li ser cînayeta Tahîr Elçî de berpirsyariya xwe bi cih neanî û got “Em dikarin vî tiştî bi eşkeretî diyar bikin. Desthilatdarî ji bo zelalkirin û eşkerekirina vê cînayetê helwesteke zelal nîşan neda. Em dizanin ku desthilatdarî û saziyên darizandinê ji bo zelalkirina vê cînayetê ji dil û can tevnegeriya. Ji ber ku lêpirsîna li ser qada bûyerê jî nehate kirin. Dema Elçî tê kuştin dîmena kamerayê ya bi qasî 13 saniyeyan jî winda ye.”

DOSYA HATE MANÎPULEKIRIN

Parêzer Eren diyar kir îddîaname jî di çar sal û nîvan de hate amadekirin û got “Di dosyeyê de qet gumanbar tunebûn. Polîsên ku niha wekî sûcdar tên darizandin jî berê wekî şahid hatibûn guhdarkirin. Piştî rapora Beşa Mîmartiya Adlî ya Zanîngeha Londrayê îcar ji mebesta gumanbar îfadeya van polîsan hate stendin. Lê me dît ku dîsa ji bo rastiya maddî dernekeve holê û dosya were manîpulekirin ev îddîaname hatiye amadekirin. Di dema bûyerê de endamên rêxistinê direvin wekî kujerên Tahîr Elçî û yên polîsên hatibûn kuştin diyar kirine, ev tişt wisa xistine îddîanameyê. Lê her du bûyer ji hev cihêtir in. Dosye hê di dema îddîanameyê de bû şahidên ku digotin me bûyer dîtine , diyar kirin ku Tahîr Elçî ji aliyê endamên rêxistinê hatine kuştin lê ev şahidan di rûnişta dawîn a dozê de gotin ‘Em ne şahidên bûyerê ne, saziyên darizandin û ewlekariyê zext li me kirin û ji neçarî me ev îfade dan.” Şahidan îfadeya xwe ya nivîskî ya pêşîn înkar kirin.”

DAVÛTOGLÛ BERPIRSÊ SIYASÎ YE

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren diyar kir ku serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû berpirsê siyasî yê kuştina Tahîr Elçî ye û got “Beriya demek berê serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû hatibû serdana me û ji bo kuştina Elçî gotibû ‘Ev sûîkasteke siyasî ye’ Piştî kuştina Tahîr Elçî em ketin pêvajoyeke tarî. Qedexeyên derketina derve, zextên li mafên mirovan û bi sedan mirov hatin kuştin. Ji ber vê jî di gotina sûîkasta siyasî de gelek tişt tê de hene. Heke serokwezîrê demekê vî tiştî dibêje, nexwe divê îzah bike qesta wî çi ye. Malbata Tahîr Elçî, parêzerên wî û Baroya Amedê ji dadgehê xwestibû ku divê Davûtoglû jî îfadeyê bide, lê heta niha di vî warî de tiştekî zelal ji me re nehatiye gotin.”