'Daristanên li Kurdistanê ji bo operasyonan têne şewitandin'

Hêzên dewletê bi salan e li Tirkiyeyê ji bo rantê, li Kurdistanê jî ji bo operasyonê daristanan dişewitînin. Endamê Platforma Parastina Hewselê Necdet Sezgîn bal kişand ser şewitandina darizanan a bi zanebûn.

Daristanên li Kurdistanê yekemcar sala 1925'an di dema Raperîna Şêx Seîd de ji aliyê delwetê ve hatin şewitandin û bi Qanûna Şark Islahat re vê yekê di dema Komkujiya Dersimê de dewam kir. Şewitandina daristanan ji salên 1990'î û vir ve bi rêk û pêk didome.

Hema bêjin her orj li bajarekî Kurdistanê daristan tên şewitandin. Şewata daristanê ya li navbera navçeyên Licê û Dara Hênê ku di havînê de dest pê kir, li qadên Cûdî, Gabar, Herekol û Bestayê yên Şirnexê dewam kir. Hêzên dewleta Tirk ji bo baregehên leşkerî û qereqolan biparêzin bi zanebûn daristanan dişewitînin.

Endamê Platforma Paratsina Hewselê Necdet Sezgîn li ser şewitandina daristanên Kurdistanê ji ANF'ê re axivî û got, "Mîna her havînê, bi destpêkirina vê havînê re li Tirkiye û Kurdistanê şewitandina daristanan dest pê kir. Bi vê şewatê re hin pirsgirêk jî ketin rojevê. Pirsgireka sereke jî şewitandina daristanan e. Ji ber ku daristan tên şewitandin. Hewl didin nîşan bidin ku şewat ji ber qezayê derketiye.

Li rojavayê Tirkiyeyê ji bo cihekî rantê bê vekirin û xizmetê ji qadên tûrîstîk bikin, daristan tên şewitandin. Li herêma me jî 'ji bo ewlekariyê' tên şewitandin. Demeke dirêj e rewş bi vî rengî ye û qadên jiyanê ji holê tên rakirin."

'HEWL DIDIN KU BÊHNÊ LI ME BIÇIKÎNIN'

Sezgîn destnîşan kir ku daristan qadên jiyanê ne û wiha dewam kir: "Bêhnê li me diçikînin. Her daristan ji bo me qadeke jiyanê ye. Û bi kîjan sedemê dibe bila bibe, li dijî şewitandina van qadên jiyanê divê têkoşîn bê dayin. Bi navê komeleya ekolojiyê em careke din eşkere kirin ku em li dijî şewitandina daristanan e."

'LI TIRKIYEYÊ JI BO CIHEKÎ JI RANTÊ RE VEKIN, DARISTANAN DIŞEWITÎNIN'

Sezgîn bi bîr xist ku şewata li daristanan a li Tirkiyeyê bi giranî li herêmên Marmara, Ege û Akdenîzê rû dide û got, "Sedema bingehîn a vê yekê jî lêgerîna li madenê, afirandina qadek ji bo navendên tûrîstîk û îstîhdamê ye. Mîna li rojavayê Tirkiyeyê, li herêma me jî mixabin kesên ku daristanan dişewitînin nasnameya wan nayê tespîtkirin. Ev jî dibe sedem neyên cezakirin. Ji ber vê sîstema bêcezahiştinê, daristan hîn bêhtir tên şewitandin."

'YÊN DIŞEWITÎNIN EŞKERE NE'

Sezgîn destnîşan kir ku sedema xwe çi dibe bila bibe ew ê li ber şewitandina daristanan rabin û di dawiya axaftina xwe de got, "Li daristanan ekosîstemek heye. Di nava vê sîstemê de ne tenê qadeke jiyanê ji bo mirovan heye, ji bo hemû zindiyan qadeke jiyanê heye. Ji bo qada jiyanê ya hemû zindiyan bê parastin, em bi dildarî dixebitin.

Lewma, kiryarên şewitandina daristanan bi taybetî li herêma me eşkere ne. Em dixwazin ew kiryar tavilê bên dîtin û şewata li daristanan hem ji aliyê dewletê, hem jî ji aliyê gel ve bê vemirandin."