Daristanên li Dersimê tên şewitandin
Artêşa Tirk a li bejahiya navçeya Xozad a Dersimê dest bi operasyonê kiriye, agir berda daristana Kinzirê. Her wiha nahêle ku gundê şewatê vemirînin.
Artêşa Tirk a li bejahiya navçeya Xozad a Dersimê dest bi operasyonê kiriye, agir berda daristana Kinzirê. Her wiha nahêle ku gundê şewatê vemirînin.
Leşkerên Tirk danê vê sibehê li bejahiya gundê Zankirek ê navçeya Xozad a Dersimê dest bi operasyonê kirin û agir berdan daristana Kinzirê.
Gundî dixwazin şewatê vemirînin, lê leşkerên Tirk nahêlin. Tê gotin, dibe ku agir bigihêje heta Deşta Karselê û gundê Zankirekê.
30 herêmên cuda yên li navenda Dersimê û navçeyên Pulur, Pîlemûrî, Xozad û Qisleyê, ji aliyê Walîtiya Tûncelî ve weke "herêma ewlekariyê ya taybet" hatibû ragihandin. Daristana Kinzirê jî yek ji van herêman e.