Daristanên Çiyayê Cûdî dişewite
Şewata ku 5 roj in li Bestayê derketibû, didome. Li daristanên Çiyayê Cûdî şewat derket.
Şewata ku 5 roj in li Bestayê derketibû, didome. Li daristanên Çiyayê Cûdî şewat derket.
Li qontara Çiyayê Cûdî ya berê wê dikeve navçeya Silopya ya Şirnexê ji ber sedemek hê nayê zanîn şewat derket. Şewata ku li ser rêya Silopiyayê ye, ji bo vemirînê ti mudaxeleyek nayê kirin, her diçe şewat belav dibe.
Li aliyê din şewata 12’ê Tîrmehê ji ber gulebarana helîkopteran a li qada Besta ya dikeve di navbera Sêrt û Şirnexê de derketibû hê jî dewam dike.