Danişîna polîsê ku Kemal Kurkut kuştî dest pê dike

Danişîna doza kuştina Kemal Kurtkut îro ye.

Danişîna pêşî ya doza polîsê bi navê Y.Ş, ku xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut li Amedê kuştibû û bi sûcê ‘’kuştina bi qest’ cezayê miebbetê jê re tê xwestin îro dest pê dike.

Beriya ku danişîn dest pê bike li derdora edliyê gelek TOMA, wesayitên zirxî yên akrep, kîrpî hatin bicihkirin û her wiha gelek polîsê çekdar jî dewriye digerin.

Malbata Kurtkut a ku ji Meletî hatî, Hevserokê KCD’ê Bedran Ozturk, parlamenterên HDP’ê, aktîvîstên TJA’yê, hevserok û rêveberên HDP’ê yên bajêr, gelek nûçegihan û gel dişopînin.

MALBAT: BILA CIWAN NEMIRIN..

Dayik Secan Kurkut beriya danişînê li ber Edliyeya Amedê bi dengekî bilind got, ‘’Bila ciwan nemirin’. Dayika Kurkut got, ‘’Çi ji Kemalê min xwestin’ û xwest ku cezayekî giran li polîsê bersûc were birîn.

Birayê Kurkut Cîhan Kurkut jî got, ‘’Li vî welatî gelek êş çêbûn. Ji bo ku Ceylan, Berkîn, Kemal nemirin em li pey dadmendiyê ne. Îro em dixwazin ku ev edlîye dadmendiyê pêk bîne, lê em bawer nakin ku ev daxwaza me pêk were.

Danişîna ku diviya saet 10.00’an dest pê bikira, bi hinceta ku serokê dadgehê wê li dosyayê binere taloqî saet 13.30’î bû.

Malbat çû cihê ku Kurkut li qada Newrozê hatibû kuştin.