Danişîna komkujiyê ya bi ser Malbata Şenyaşar de dest pê kir

Danişîna doza têkilî komkujiya zêrevan û xizmên Wekîlê AKP'ê Ibrahîm Yildiz ve dest pê kir.

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê 14'ê Hezîrana 2018'an zêrevan û xizmên Wekîlê AKP'ê Ibrahîm Yildiz komkujî kiribûn. Têkilî komkujiya li ser malbata Şenyasar li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Meletî dest pê kir.

Beriya danişîna 4'an ber edliyeyê hate dorpêçkirin. Emîne Şenyaşar ku di êrîşê de kur û hevserê wê hate qetilkirin, kurê wê yê bêyî ku girtî be tê darizandin Ferît Şenyaşar û hin endamên malê tevlî danişînê bûn. Baroyên Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Riha û Dîlokê jî tevlî danişînê bûn. Li danişînê ji malbata Yildiz hin kes û parêzer tevlê bûn.

Ji wekîlên HDP'ê Nûran Imîr, Hişyar Ozsoy û wekîlê berê Behçet Yildirim jî xwestin ku tevlî hêwanê bibin lênhatin astengkirin.

Fadil Şenyaşar ku bi birîndarî ji êrîşê xilas bûyî û piştre hatî gritin, ji Girtîgeha Girtî ya Xarpêtê, Enver Yildiz jî ji Girtîgeha Girtî ya Osmanî bi rêya telefkonferansê tevlî danişînê bû.