Daneyên fermî: 39 kesî li Xarpêtê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan

Li gorî hejmara fermî li Xarpêrtê di erdhejê de 39 kesî jiyana xwe ji dest dan. Lê belê doh bi şev cenazeyekî din ji binê xirbeyan hate derxistin.

Piştî erdheja bi dijwariya 6.8 pileyî ya li Xarpêtê li taxa Sursuruyê karên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin. Tîmên rizgarkirinê doh bi şev xwe gihandin yek ji 3 kesên di binê xirbe de mabûn. Piştî hewldana tîmên tenduristiyê, kesê ji binê xirbe hate derxistin jiyana xwe ji dest da. Ji bo karê otopsiyê cenaze rakirin nexweşxaneyê. Tê gotin ku li gorî bîlançoya fermî 39 kesî ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dane. Lê belê ajansên nûçeyan nîvê şevê saet di 02.34'an de ragihandin ku ji binê blokeke Sîteya Dîlek a ji çar qatî cenazeyek hatiye derxistin. Tevî vê yekê jî hejmara fermî ya li ser cenazeyan nehate nûkirin.

Yek ji deverên ku şêniyên herêmê bi şev lê man Parka Çandê ya Şaredariya Xarpêtê ya li kolana Meletiyê ye. Lê belê li her yek ji konên li parkê hatine vedan li şûna 6 kesan herî kêm 11 kes dimînin. Pirsgirêka herî mezin jî li konên hatine vedan ew e ku kon nayên germkirin. Hema bêjin li ti ji konên hatine vedan sobe nîne. Her wiha betaniyên hatine dayin jî têrê nakin. Şêniyên herêmê jî ji bo xwe germ bikin ji neçarî li ber konan agir dadidin.

Ji ber erdhejê li Stargeha Sîîrt Hassa Hatûn Kiz dîwarê avahiyê derizî. 300 xwendekarên ku li wargehê dimînin, fikarên xwe yên ji ber derza li avahiyê ketin li medya civakî parve kirin, lê belê rêveberiya wargehê gef li wan xwar.

DEWLET ALÎKARIYÊ NAKE, HDP'Ê JÎ ASTENG DIKE

Dewlet tevî ku alîkariyê bi erdhejzedeyan re nake, her wiha li pêşiya kesên dixwazin bibin alîkar jî dibe asteng.

Walîtiya Xarpêtê li keyayên gundên ku heyeta HDP'ê serdana wan kir geriya û ew hişyar kir ku ji bilî AFAD'ê alîkariyê ji kesî negirin.

Heyeta HDP'ê di encama lêkolînên xwe de tespît kir ku li 60 gundan alîkarî nehatiye kirin û alîkariya hatiye kirin jî tenê li xizmên AKP'iyan hatiye belavkirin.

Şaredariya Erxeniyê ya Amedê ku ji aliyê HDP'ê ve tê birêvebirin alîkariya ji 2 qemyonan şand ji bo erdhejzedeyên li Xarpêtê, lê belê polîsan ew li ketina bajêr rawestandin û vegerandin.