DAIŞ'ê li Xurmatûyê êrîş kir

Çeteyên DAIŞ'ê duh bi şev saet di 23:00 de êrîş nuqteyên pêşmergeyan ê li herêma Zerge ya li navçeya Xurmatû ya eyaleta Selheddînê kir. Ji ber êrîşê pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da.

Êrîş ji çar aliyan ve hate kirin. Li ser bersiva hêzên pêşmerge, şer derket û bi qasî 3 saetan dewam kir.

Piştî şer, êrîşa çeteyan hate şikandin û 2 cenazeyên çeteyan li naverastê man.

Hêzên koalîsyona navneteweyî jî, bi balafirên şer bombe li herêma ku DAŞ'ê êrîş lê pêk anîn, barandin.

Çeteyên DAIŞ'ê roja 18'ê Hezîranê jî êrîşî balafirgeha leşkerî ya Sediq a li rojavayê navçeya Xurmatûyê kiribûn. Di vî şerî de 2 çete hatibûn kuştin û 2 çeteyan jî bombeyên li ser xwe teqandibûn.