Dagirkeriya Tirk wê sibe li Silêmaniyeyê bê şermezarkirin

Ciwanên welatparêz ên Başûrê Kurdistanê, bi armanca şermezarkirina dagikeriya dewleta Tirk a herêma Xakurkê çalakiyekê lidar dixin. Ciwanan bang li hemû ciwan û gelê Başûr kirin ku tevlî çalakiyê bibin.

Rêxistina Ciwanên Welatparêz ên Başûrê Kurdistanê, sibê çalakiyeke ji bo şermezarkirina dagikeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê pêk tîne. Ciwanan bi vê wesîleyê, di serî de ciwan, bang li her kesî kirin ku sibê tevlî çalakiya protestokirina dagirkeriyê ya dewleta Tirk bibin.

Rêxistina Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ênTêkoşer, li Silêmaniyê sibê meşeke navendî ku li dijî êrîşên li ser xaka Kurdistanê û bi taybetî polîtikayên dewleta Tirk ên li hemberî Kerkukê, lidar dixin. Komiteya Amadekar, banga lezgîn ji bo beşdarbûna çalakiyê kir û got, “Em bi ruhê Şêladizê li dijî dagirkeriyê bisekînin û asta çalakiyan bilind bikin.”

Her wiha di bangawaziyê de hate gotin, “Em Ciwanên Başûrê Kurdistanê vê dagirkeriyê, li ser tevahiya axa Kurdistanê dibînin. Ji ber ku dixwazin careke din xewn û xeyalên xwe yên Osmaniyan pêk bînin. Lê ti carî em ê rê nedin ku xwîna bi hezaran şehîdên Kurdistanê li erdê bimîne.”

Çalakiya ciwanan, sibê saet 16:00’î li bajarê Silêmaniyê li Parka Nalîpêk wê pêk were.