Bertekên di dijî dagirkeriya dewleta Tirk û hevkarê wê PDK li gelek dewerên Kurdistanê û derveyî welat didomin. Bi taybetî li Başûrê Kurdistanê jî her ku diçe bertek û nerazîbûn zêde dibin. Li navçeya Ranya ya Silêmaniyê bi çalakiyê êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêma Parastina Medyayê û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re hate şermezarkirin. Bi dehan kes tevlîbûn. Di çalakiyê de posterê wêneyên şehîdan li ser û li ser ‘Gerîla rûmeta me ye’ hatî nivîsandin hate berz kirin.
Di çalakiye de Tara Îbrahîm axivî û diyar kir ku armanca vê êrişa ku li ser Başûrê Kurdistanê hatiye destpêkirin, dagirkerî û ferzkirina hegemonya leşkerî ya stratejîn a li ser sînorê Bakurê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê ye û got ku ji bo talankirin û dagirkirina Başûrê Kurdistanê planek metirsîdare.
Tara Îbrahîm diyar kir ku hinek hêz û aliyên Kurd ji bo berjewendiyên xwe bûne sîxûr û hevkariya dewleta Tirk dikin.
Tara Îbrahîm bang li gelê Kurd kir ku li dijî van planên metirsîdar bibe yek helwest û yekdeng û got: “Tenê yekîtiya gelê Kurd û hemû hêzên Kurdistanê dikarin pêşiya êrişan bigire.”