Dagirkeran bi gotina ‘neçin baxçeyên xwe’ gef li gel xwar
Artêşa Tirk a dagirker li gundê Şilîne ya girêdayî navçeya Batûfa ya Başûrê Kurdistanê, gelê ku ji bo biçe baxçeyên xwe bi gefa bombardumanê asteng kir.
Artêşa Tirk a dagirker li gundê Şilîne ya girêdayî navçeya Batûfa ya Başûrê Kurdistanê, gelê ku ji bo biçe baxçeyên xwe bi gefa bombardumanê asteng kir.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatin girtin, gelê li gundên Şilîne ya Batûfayê xwestin biçin baxçeyên xwe.
Lê belê artêşa Tirk a dagirker, ji bo çûyîna gel a baxçeyên wan asteng bike, dest bi bombardûmanê kir. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku artêşa Tirk a dagirker, bi şêweyê “Êdî neçin baxçeyên xwe, yan na em ê bombe bikin” gef xwarine.