Dagirker sûcê şer dikin

HPG: Artêşa Tirk a dagirker 7 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan, 6 caran bi balefirên şer û 8 caran jî bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran bi obus, çekên giran û tankan Qadên Berxwedanê bomberdûman kirin.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê got “Çalakiyên ku tîmên me yên bi tevger li hemberî artêşa Tirk a dagirker dikin, didome. Di van çalakiyan de yên ku taktîkên gerîlatiya serdema nû tên bikaranîn, 3 dagirker hatine cezakirin. Artêşa Tirk a dagirker 7 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan, 6 caran bi balefirên şer û 8 caran jî bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran bi obus, çekên giran û tankan Qadên Berxwedanê bomberdûman kirin.

Agahiyên li ser çalakî û êrîşan wisa ye:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Di 15’ê Tîrmehê de saet di 10.30 û 13.30’an de li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş de;

Di 15’ê Tîrmehê saet di 07.15’an de dema ku dagirkeran hewl dan çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi teqemeniyan bombe bikin, du caran bi çekên giran li wan hate xistin û dagirkerek hate cezakirin. Piştî çalakiyê dagirkeran alavên xwe yên leşkerî li pey xwe hiştin û gavekê vekişiyan.

Di 15’ê Tîrmehê saet di 11.00’an de û di 16’ê Tîrmehê de saet di 05.30’an de li Qada Berxwedanê ya Girê FM bi sûîkastê li dagirkeran hate xistin û 2 dagirker hatin cezakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî û teqemeniyan;

Di 15’ê Tîrmehê de Herêmên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Hakkarî, Şikefta Birîndara û Karker 7 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin.

 Ji aliyê hêzên me ve hat tespîtkirin ku artêşa Tirk a dagirker di van êrîşan de balafirên bê mirov ên teqemenî bi kar aniye.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi obus, helîkopterên çekên giran û balafirên şer kiriye;

Di 15’ê Tîrmehê de li ser Qada Berxwedanê ya Çemço balefirên bêmirov geriyan.

Di 15’ê Tîrmehê de Qadên Girê Bahar, Girê Amediyê, Çemço û Sîda 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di 14’ê Tîrmehê de Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 8 caran ji aliyê helîkopterên êrîşê ve hate bombekirin.

Di 15’ê Tîrmehê de jî Qada Berxwedanê ya Çemço bi dehan caran bi tankan hate bombekirin.

15’ê Tîrmehê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Girê FM û Girê Cûdî; Qada Koordîne û Kela Qumriyê yên Metîna, Qada Şehîd Kamuran a Şekîf û Girê Şehîd Hakî ya Xakurkê bi dehan caran bi obus, çekên giran û tankan ji qereqolên sînor hatin bombekirin.”