Daghan: Eger em li bendê bialiqin, wê AKP her cure xirabiyê bike

Namzeta HDP’ê ya Mêrdînê Gulbîn Şahîn Daghan: Tifaqa AKP-MHP’ê dixwaze HDP’ê di bin bendê de bihêle, lewre divê her kes xwedî li HDP'ê derkeve.

Hiqûqnasa ciwan a ji navçeya Nisêbîn a Mêrdînê Gulbîn Şahîn Daghan got ku, mîna hilbijartinên beriya vê ji bo paşeroja welêt HDP partiya jêneger e. Daghan, li ser hilbijartinên 24’ê Hezîranê ji ANF’ê re axivî û got: “Serketina HDP’ê ya piştî 24’ê Hezîranê, wê di dilê hemû welatiyan de hêviya demokrasiyê şîn bike.”

‘YEKANE PARTIYA DEMOKRATÎK A DI MECLÎSÊ DE CIH DIGIRE HDP YE...'

Namzeta parlamenteriyê ya HDP’ê ya li Mêrdînê di rêza 5’emîn de Gulbîn Şahîn Daghan got; “Yekane partiya demokrasî, mafên jinê, daraza serbixwe diparêze, HDP ye. Lewre niha ji bo ku li hemberî hemû bêhiqûqiyên ku di bin yekdestiya desthilatê de pêk tên derdikeve HDP ye. Ji bo wê parlamenter, şaredar, hevserokên bajêr û navçeyan û heta namzetê me yê serokkomariyê niha girtî ne."

Daghan li ser sedemên namzetiya xwe ya li Mêrdînê jî axivî û got: "Sedema yekemîn a namzetiya min ew e ku ez ji Nisêbînê me. Ez, ji bo ku li hemberî bêhiqûqiyên li Nisêbîn û tevahiya Mêrdînê pêk tên têbikoşim û hinek be jî ji daxwazên gel re bibim bersiv bûm namzet. Di qedexeyên kolanan ê li herêmê pêk hatî de bi dehan sivîlan jiyana xwe dest dan, bi hezaran mal û xanî hatin hilweşandin û travmayên mezin li gel dan jiyandin. Di vê pêvajoya borî de tenê gaveke ku mexdûrbûnên gel pêşwazî bikin nehatiye avêtin. Ez li Herêmê parêzeriyê dikim, lewre ez baş serwext im ka gelê me çi dijî. Ji bo wê ez, ligel gelê xwe cih digirim. Li herêmê bi destê walîtiya Mêrdînê ya girêdayî Muduriyeta Bajêr û Hawirê gelek mafê mirovan binpê kirine. Mafê gelê Herêmê yê milkiyetê, mafê starbûnê, mafê geştiyariyê û mafê jiyana wekhev binpê dike."

'TIFAQA AKP-MHP’Ê HEWL DIDE HDP’Ê DI BIN BENDÊ DE BIHÊLE'

Daghan bi dewamî got, "Hilbijartinên 24’ê Hezîranê, ne tenê ji bo Mêrdînê, ji bo tevahiya Herêmê xwedî xisleteke werçerxî ye. Weke tê zanîn HDP, derveyî tifaqên din e. Dema em li rêjeya dengan û anketên tên çêkirin dinêrin, xuya dike ku partiya jêneger HDP ye. Dixwazin bi destê tifaqa AKP/MHP’ê HDP’ê di bin bendê de bihêlin. Heke HDP di bin bendê de bimîne, ev tê wateya ku wê AKP bi serê xwe bigihije hejmara parlamenteran ku destûra bingehîn biguhere. Dema em ferzkirina Rewşa Awarte, bi hinceta vê pêvajoyê derxistina Biryarnameyên di Hikmê Qanûn de ku bandoreke neyînî li tevahiya gelê Tirkiyê dike binêrin, wê bê dîtin ka ev rewş metirsiyeke çawa mezin dertîne holê."

‘LI HEMBERÎ PARTIYÊN BAVIKSALAR HDP...'

Daghan anî ziman ku HDP partiya jinan e û wiha axivî: "Weke tê zanîn HDP’ê ji bo pêvajoya hilbijartinê, 5 danezan ragihandin. Dema mirov berê xwe bide van danezanan, tenê sozên ji bo pêvajoya hilbijartinê nîn in û mijarên ku hemû pêwîstiyên gelê Tirkiyê pêşwazî bikin tê de cih digirin. Mînak danezana bi destê HDP û Meclîsa Jinan a HDP’ê ve hatî nivisîn… Ev danezan bi giştî ji hêla hevalên me yên jin ve, ango ji hêla mixatabê wê ve hatiye nivîsîn û derbaskirina xeletiya mafên jinan dihundirîne. "

‘EM Ê PÊŞÎ LI DESTESERKIRINA MAFAN BIGIRIN’

Daghan got: “Heke ez bêm hilbijartin, ez ê pêşî li zilma li ser gelê Kurd tê meşandin bisekinim û têkoşîna mafê gel û baweriyên li herêma Mêrdînê, Suryanî, Êzidî, Ereb, û Ermenî bimeşînim. Ez ê hewl bidim ku pirsgirêkên gel bên çareserkirin û di pêvajoya rewşa awarte de mafên gel ên hatî desteserkirin, şûnde bêndayîn.”

'EM LI HEMBERÎ FAŞÎZMÊ, LI HDP Û DEMÎRTAŞ XWEDÎ DERKEVIN'

"Me berê jî anî ziman, HDP, partiyeke xwedî bingeha wekhevî, demokrasiyê ku hemû gelên Tirkiyê xwe tê de dibinin e. Lewre wê ji hemû pirsgirêkên Tirkiyê re bibe bersiv, nexasim jî xwedî angaşta ku pirsgirêkên jinê çareser bike ye. Lewre ez bang dikim ku di serî de jin, hemû gelên Tirkiyê, hemû kes û derdorên dixwazin ev pergala faşîst biguhere xwedî li HDP û namzetê HDP’ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş derkevin.”