Dadgeriya Tirk dixwaze 22,5 sal cezayê girtîgehê li Turfent bibire

Têkildarî nûçegihan Nedîm Turfent, ku di dema berxwedana xwerêveberiyê ya Geverê de ji ber nûçeyê ku çêdikir gefa înfazkirinê lê dihate xwarin, dadgeriya Tirk dixwaze 22,5 sal cezayê girtîgehê lê bibire.

Nuçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dicleyê (DÎHA) Nedîm Turfent ku bi Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnan de hatibû girtin, di dema berxwedana xwerêveberiyê ya Geverê ya 2015-2016’an de, ji ber ku nûçeyên xwe yên derbarê binpêkirina mafên mirovan de li ser hesabê xwe yê medya civakî parve kir, polîs û leşkeran gefa înfazê lê xwarin. Turfent13’ê Gulana 2016’an hate girtin û ji wê demê ve di hucreyekê de bi tena serê xwe tê hiştin. Piştî 13 mehan  bi daxwaza birîna 22 sal û nîv cezayê girtîgehê der barê Turfent de îdianame hat amadekirin. Îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê ve hat amadekirin, ji aliyê 2. Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê ve hat qebûlkirin. Der barê Turfent, di îdianameyê de bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" û "Propagandaya rêxistinê" ceza jê re tê xwestin.

Di îdianameyê de dozger bi bîr xist ku wî derbarê Turfent de bi îdiaya endamê YPS'ê ye û propaganda kiriye doz daye destpêkirin. Di îdianameyê de, hevdîtin û hevpeyvînên Turfent ên bi endamên YPS'ê re wek unsûrên sûcî hatine nîşandan. Her wiha di îdianmeyê de îfadeyên 20 "şahidên" ku li ser Turfent îfade dane jî cih digirin. 

Di beyanên van kesan de hatiye diyarkirin ku Turfent li Colemêrgê rojnamegerî dikir, nûçegîhanê DÎHA'yê ye û bi wênegir û kameraya xwe wêne û dîmen girtine. Her wiha van kesan di beyanên xwe de derpêş kiriye ku Turfent bi van nûçe û dîmenên xwe "alîkariya rêxistinê" kiriye. 

HEVDÎTIN Û NÛÇE SÛC IN 

Dozger, hevdîtin, hevpeyvîn û wêneyên endamên YPS'ê yên ji bo nûçeyan kişandine wek delîlên "endamtiya rêxistinê" hesiband. Dozger îdia kir ku Turfent bi endamên rêxistinê re pêwendî daniye, di nava rêxistina ciwanan de cih girtiye û li ser fermanên rêxistinê tevgeriya ye. 

Parvekirinên ku di hesabên medya civakî de ku tên îdiakirin aîdî Turfent in, ji bo propagandaya rêxistinê wek sûc hatin hesibandin. 

Yekemîn danişîna dozê wê di 14'ê Hezîranê de li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê pêk were.