Dadgeriya Tirk careke din biryara girtina Ayhan Bîlgen da

6. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, îtiraza dozgeriyê ya li berdana Parlamenterê Qersê yê HDP'yî Ayhan Bîlgen kiribû nirxand û biryar da ku Bîlgen were girtin.

Parlamenterê Qersê yê HDP'yî Ayhan Bîlgen, roja 8'ê Îlonê ji aliyê 5. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hatibû berdan. Lê belê dozgerî li dijî berdana Bîlgen derket û 6. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, li ser vê daxwaza dozgeriyê biryara girtina Bîlgen da.

ÇI QEWIMÎ BÛ?

Bîlgen roja 29'ê Çileyê li Balafirgeha Esenboga ya Enqereyê hate binçavkirin, ew anîn Amedê û piştî îfadeya li Serdozgeriya Komarê bi daxwaza girtinê radestî Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Nobedar hate kirin. Dadgeriyê jî bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welat, ew berda. Lê belê ji ber îtirazê, Bîlgen roja 31'ê Çileyê hate girtin. Bîlgen 8'ê Îlonê hate berdan. Dozgeriya Komarê ya Amedê li ber berdana Bîlgen rabû û xwest ji nû ve bê girtin.