Dadgeriya Tirk biryar da Guven 'bi zorê' tevlî dadgehê bike

5. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê biryar da ku Leyla Guven a 140 roj in di greva birçîbûnê de ye bi zorê tevlî rûniştina dadgehê bike.

6. Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê, der barê Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê de bi îdîaya "endametiya rêxistinê" doz vekiribû. 5. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê jî bi hinceta ku Guven di dozê de îfade nedaye, bi fermanê rûniştin pêk anî.

Di heman dozê de xwişk û birayên Ocalan Fatma û Mehmet Ocalan jî bi heman îdîayê tên sûcdarkirin. Guven a 140 roj in di greva birçîbûnê de ye tevlî rûniştinê nebû. Parêzerê Leyla Guven Serdar Çelebî tevlî rûniştina dozê bû.

PARÊZER ÇELEBÎ: JIYANA WÊ DIXE NAVA METIRSIYÊ!

Parêzer Çelebî got, "Muwekîla min ku parlamenter e, 140 roj in di greva birçîbûnê de ye. Pirsgirêkên giran ên tenduristiyê lê rû dane. Ew nikare bê û îfadeyê bide. Eger bi zora polîsan bê anîn wê jiyana wê bikeve metirsiyê. Di nava van şert û mercan de derfetê muwekîla min nîne ku parastina xwe bike. Ji ber vê yekê divê doz û biryara anîna bi zorê bê betalkirin."

Lê belê dadgehê biryar da ku ji bo Leyla Guven bi zorê bînin, nivîs ji hêzên ewlekariyê re bê nivîsandin û rûniştina dozê taloq kir.