Dadgeriya Tirk 36 sal cezayê girtîgehê li zarokên Kurd birî!

Dadgeriya Tirk, 36 sal cezayê girtîgehê li zarokên ku di dema êrîşên qirkirinê de 104 rojan li Sûrê asê man, birî. Parçeyên şarapnelê yên li bedena zarokan ketibûn, weke 'delîl' hatin nîşandan.

Rûniştina biryarê ya 3 jê girtî 11 zarokên di dema qedexeya derketina derve û dorpêçkirina navçeya Sûrê de, ku ji 28'ê Mijdara 2015’an dest pê kir û heta 3'ê Adara 2016’an dewam kir û 104 rojan asê man, pêk hat. Dadgeha Cezayên Giran a Zarokan li 11 zarokan bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" 36 sal û 8 meh û 20 roj ceza birî. Di rûniştina Dadgeha Cezayên Giran a Zarokan a Amedê de zarokên girtî O.S. û M.Ç.li salonê amade bûn. Zarokê bi navê F.Y. yê li Girtîgeha Tîpa E ya Xerpêtê girtî jî bi riya SEGBIS'ê beşdarî rûniştinê bû. Balkêş e dozger di rûniştina yekemîn a dadgehê de ji bo zarokên girtî xwest serbest bên berdan, lê di rûniştina duyemîn de ji bo zarokên girtî xwest girtî bên darizandin. Di rûniştinê de parêzeran parastin kir û diyar kirin ku teşxîsa der barê zarokan de hatiye kirin li dijî hiqûqê ye. Parêzeran anîn ziman ku zarokan di bin zext û îşkenceyê de îfade daye. Parêzeran anîn ziman ku zarokên îfade dane rastî lêdan, îşkence û tundiyê hatine û wiha gotin: Ev di raporên dosyayê de jî hene. Maddeyên wekî Antimon, HDX û RDX yên li ser cilên zarokan hatine dîtin, ji ber qada şer hatiye dîtin. Ji bo tespîtkirina vê yekê divê heyeta dadgehê kesê pispor û zane tayîn bike. 

Zarokên parastin kirin jî bi kurdî û bi rêya wergêr parastin kirin. Zarokan diyar kirin ku ji ber şer di nava Sûrê de asê man û nekarîbûn derkevin derve. Zarokan anîn ziman ku ti sûcê wan tine û xwestin serbest bên berdan. Heyeta dadgehê daxwazên zarok û parêzeran red kir û biryar da. Heyeta dadgehê der barê zarokên serbest tên darizandin M.F.D., S.K., F.B., M.S.K. û A.A’ de bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" ji bo her kesekî 2.5 sal cezayê hepsê birî. Heyetê bi qeneeta ku zarok dîsa heman sûcî nekin, cezayê 6 zarokan taloq kir. Heyetê der barê zarokên bi navê R.A., R.H. û Ş.A. de jî bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê ji bo her kesekî 3 sal û 4 meh cezayê girtîgehê birî û ceza taloq nekir. Heyeta dadgehê der barê zarokên girtî F.Y. û M.Ç de bi îdîya "Endamtiya rêxistinê ji bo her kesekî 4 sal û 5 meh û 10 roj ceza birî. Der barê O.S de jî 5 sal û 4 meh ceza birî. Heyetê li 11 zarokan bi giştî 36 sal û 8 meh û 20 roj cezayê girtîgehê birî Heyat dadgehê cezayê zarokan kêm nekir û der barê zarokên girtî de jî biryara berdewama girtina zarokan da.