Dadgeriya AKP'ê hebûna JÎTEM'ê qebûl nekir

Biryara bi hincet a Doza JÎTEM ya Qoserê hate eşkere kirin. Îfadeyên gazindkeran û şahidan ‘razber’ hate dîtin û JÎTEM jî hate înkarkirin.

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di navbera salên 1992-1996’an de 22 welatî ji aliyê esker û cerdevanan ve hatibûn kuştin. Derbarê bûyerê de doz hat vekirin. Navê “Doza JÎTEM’ê ya Qoserê” lê hat kirin. Biryara hênceta dozê hat eşkerekirin. Di Tîrmeha 2014’an de îdianame hat amadekirin. 9 kes bersûc di îdianameyê de hebûn. Serkêşê 9 kesan fermandarê wê demê yê Qoserê Hasan Atîlla Ugur e. Ugur bi “rêxistina çekdarî avakirin, birêvebirin, bi qestî kuştin, kes ji azadiya wî hiştin û êşkence kirinê” hat sûcdarkirin. Bersûcên din Ahmet Boncuk, Unal Alkan, Abdurrahman Kurga, Ramazan Çetîn, Mehmet Emîn Kurga, Îsmet Kandemîr, Eşref Hatîpoglu û Mehmet Salîh Kilinçaslan jî ji “endamê rêxistina çekdarî, bi qestî kuştin û kes ji azadiya wî hiştin û îşkence kirinê” hatin sûcdarkirin.

Di danişîna 28’ê Gulanê de dozger mutala xwe eşkere kiribû û xwestibû bersûcên wek “qatil” tên nirxandin bên beratkirin. Di 9’ê Îlonê de danişîna biryara dozê pêk hat û heyeta dadgehê diyar kir ku ji ber dembihûriyê doz ketiye û derbarê hemû bersûcan de biryara beratê da.

233 rûpel biryara hêncetê hat eşkerekirin. Di hêncetê de cih dide hemû hûrguliyên dozê. 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hêncetê eşkere kir. Heyeta dadgehê di hênceta eşkere kir de beyanên hemû şahidan wek razber nirxand û heyetê pênasekirina JÎTEM’ê jî nas nekir. Di hêncetê de îfadeyên şahid û muştekiyan ên derbarê bersûcan de razber hat dîtin û navê rêxistina JÎTEM’ê ya di ewraqên fermî yên dewletê de jî hat redkirin.

Piştî eşkerekirina biryara hêncetê tê payîn dê parêzerên mexdûran îtîrazî dadgehek bilindtir bikin. Dema serlêdana parêzeran neyê qebûlkirin wê li ser vê yekê serî li Dadgeha Îstînafê bidin.