Dadgehê xwest Demîrtaş tevlî rûniştinê bê kirin

7. Dadgeha Ceza ya Asliye ya Amedê xwest, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş tevlî rûniştinê bê kirin.

Di dozeke dijî Demîrtaş de ku daxwaza cezayê girtîgehê yê 2 salan lê tê kirin, rewşeke nû rû da.

Rûniştina destpêkê ya li 7. Dadgeha Ceza ya Asliye ya Amedê 22'ê Hezîranê hate kirin û ji ber ku Demîrtaş xwest li rûniştina dadgehê parastina xwe bike, bi SEGBÎS'ê tevlî nebûbû. Heyeta dadgehê jî biryar dabû ku axaftina Demîrtaş a li koma partiya xwe, ku Serokatiya Meclîsê ji dadgehê re şand, ji aliyê pisporan ve bê lêkolînkirin.

NIVÎS JI GIRTÎGEHÊ RE HATE ŞANDIN

Heyeta dadgehê, sê roj beriya pêkhatina rûniştina dadgehê, dest ji biryara xwe ya navberê berda ku di encama lêkolîna dosya dozê de roja 11'ê Kanûnê dabû. Dadgehê nivîsek ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê re şand ku Demîrtaş lê girtî ye û xwest, Demîrtaş tevlî rûniştina 2. a dozê bê kirin. Rûniştin wê sibê (14'ê Kanûnê) bê kirin.

Parlamenterê Colemêrgê yê HDP'yî Abdullah Zeydan jî ku bi Demîrtaş re li heman girtîgehê tê girtin, ji bo doza îro ya li 5. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê anîbûn Xarpêtê û ji wir jî anîbûn Amedê.