Dadgeha Tirk cezayê muebbetê li nexweşê epîlepsî birî

Nexweşê epîlepsiyê Osman Beytûr ku di dema berxwedana xwerêveberiyê ya Cizîrê de bi birîndarî hate girtin, 12 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Lê belê dadgeheke payebilind ev ceza kêm dît û cezayê muebbetê lê birî.

Osman Beytûr ê 21 salî, li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di dema qedexeya derketina derve ya pêvajoya berxwedana xwerêveberiyê de bi birîndarî hatibû girtin. Têkoşîna malbata Beytûr a ji bo hiqûqê dewam dike. Beytûr ji ber îdîaya 'şahidê veşartî' ku digot 'eger birîndar bûye, wê demê tevlî şer bûye. Ew jî terorîst e' hate girtin û 3 sal in li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê tê hiştin.

Beytûr, ji ber ku li nava şert û mercên nebaş ên girtîgehê birîna wî baş nebû, nexweşiya epîlepsî lê der bû. Tevî hemû hewldanên hiqûqî jî 12 sal cezayê girtîgehê li Beytûr hate birîn. Parêzer li ber biryarê rabûn. Lê belê dadgeheke payebilind ev ceza kêm dît û vê carê cezayê muebbetê lê brî.

ZEXT LI MALBATAN TÊ KIRIN KU KINCÊ JI YEK RENGÎ LI XWE BIKIN

Dayik Hatîce Beytûr (40) li dijî biryarê derket û got, "Kurê min tiştek nekir. Nexweş e û bi vî rengî nabe ku li wir bimîne." Beytûr işaret bi zêdebûna zextên li girtîgehan kir û got, "Kurê min zêde qalê neke jî em ji hevalên wî û parêzeran agahiyê digirin. Em malbat jî bi şêweyekî din tên mehkûmkirin. Lixwekirina kincê ji yek rengî ne tenê li ser girtiyan ferz dikin, li ser malbatan jî ferz dikin."

ZEXTÊN LI GIRTIYAN TÊN KIRIN ZÊDE BÛNE

Beytûr anî ziman ku zexta gardiyanan a li girtiyan roj bi roj zêde dibe û got, "Dema ku ji bo sermijartinê dikevin qewîşan ji girtiyan dixwazin ku di rêza leşkerî de wan pêşwazî bikin. Zarokên me jî li ber vê radibin. Ji ber vê yekê, ji xwarinê heta mafên tenduristiyê di gelek mijaran de tên mexdûrkirin."

Beytûr diyar kir ku kurê wê li girtîgehê bi nexweşiya epîlepsî ketiye û got, "Kurê min li wê derê emanetî hevalên xwe heye.

Doktor tenê dermên didê û wî dişînin... Kurê min hîn gelekî ciwan e. Nexweşiya ku pê ketiye ji xwe di vî emrî de gelekî tehdeyê lê dike. Ji ber îftiraya lê hatiye kirin bila neyê cezakirin. Ez bang li Wezareta Edaletê, Wezareta Tenduristiyê dikim; kurê min berdn."