Dadgeha Tirk 37 sal ceza da Fadil Şenyaşar

Dadgeha Tirk 37 sal ceza da Fadil Şenyaşar ê di Qetlîama Şenyaşarê de ku bav û kekê wî hatibûn kuştin.

Di 7’emîn danişîna doza Malbata Şenyaşar de ku li 3’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Meletiyê tê dîtin de ji bo biryarê navber hat dayîn. Di danişînê de parêzerên malbata Şenyaşar têkildarî esasê parastin kirin û bersûc Enver Yildiz jî parêzeran hedef nîşan da.

Di danişîna ku bi tespîtkirina nasnameya dest pê kir de dozger mutalaaya xwe dubare kir. Destpêkê Fadîl Şenyaşar ê girtî mafê axaftinê girt. Şenyaşar ku têkildarî esasê parastin kir, destnîşan kir ku neheqî li wan hatiye kirin û  diyar kir ku demeke dirêj e di hucreya yekkesî de tê girtin û daxwaza berdana xwe kir.

Piştî Fadil Şenyaşar, Ferît Şenyaşar parastin kir û bi bîr xist ku komkujî li hemberî malbata wan pêk hatiye û wiha got: “Hewl tê dayîn dosya rojek zûtir bê girtin. Hê jî li ser dosyaya nexweşxaneyê biryara nepeniyê heye. Meheke em li ber Edliyeya Rihayê ne û dixwazin ku bi dozger re hevdîtinê bikin. Lê dozger bi me re hevdîtin nake. Li dijî me sûcê mirovahiyê pêk hat. Hemû Tirkiye şahide vê ye. Raya giştî û dinya dizane ku zext li ser darazê heye. Biryareke li dijî me wê wijdanê welat dax bike.”

Ji parêzerên malbatê Bulent Dûran, diyar kir ku ji serî ve lêpirsîn û dosyaya dozê ji wan re girtî bûye û bi bîrxistina êrişên li dijî muwekîlê xwe Fadîl Şenyaşar re ev tişt gotin: “Di qecda destê wî de 17 derbe hene. Ev ji çekên cuda derketine. Derbeyên li qevda Adil div ê dosyayê de tunene. Em dixwazin ku careke din rapor bê girtin û bê lêkolînkirin. Dîsa me xwestibû li cihê kifş bê kirin û NesîH Şîmşek bê gudharîkirin lê ev hat redkirin. Em dîsa heman daxwazî dikin. Ev lêpirsîn bi awayekî adilane nehat birêvebirin. Tenê kesek girtî ye û li dijî kesên din lêpirsîn nehat destpêkirin. Bi vê doznameya nehiqûqî darizandin tê kirin, ev nayê qebûlkirin.”

Parêzerên malbata Şenyaşar daxwaz kirin ku dosya dozê û lêpirsîn bê berfirehkirin. Heyeta dadgehê vê daxwazê red kir û 10 deqe navber da danişînê. Piştî navberdayînê ji parêzerên Malbata Şenyaşar Hîdayet Enmek, destnîşan kir ku ji destpêkê ve malbata Yildiz û parêzerên wan dixwazin bûyerê bi rêxistinê ve gire bidin û wiha got: “Tu eleqeya muwekîlên me bi rêxistinê re tuneye. Ewil malbata Yildiz êriş kirine. Ev di dîmenan de jî diyar e. Muwekîlê me Celal li erdê dirêj dikin û lê didin. Bi çekan dikevin hundirê dikanê. Jixwe tiştên ku dikin di dîmenan de xuya dibe. Tişta ku muwekîlê me Fadil dike parastina meşrû ya malbata xwe ye. Muwekîlê me 2 sal û 9 meh in di hucreya yekkesî de ye, ev wijdanî ye. Em daxwaza beraeta wî dikin.”

Piştre parêzer Bulent Dûran dîsa mafê axaftinê girt û ev tişt gotin: “Ji bo ranta siyasî bûyerê bi rêxistinê ve girê didin. Beriya girtina wî qeydeke axaftina Enver Yildiz wiha ye, ‘We parlamenter Halîl Yildiz hel bike. Bi dozger re hevdîtin bike û ez ê piştre teslîm bibim’. Piştre tê teslîm dibe. Êriş li nexweşxaneyê berdewam dikin. Muwekîlên me li vir bi linçe tên kuştin. Lê biryara nepeniyê ya li ser beşa nexweşxaneyê didome. Em xwe nagihînin dosyaya lêpirsînê. Li vir li ser dosyaya cihê kar darizandin tê kirin. Biryareke li dijî muwelîlên me wê ne hiqûqî be. Lêpirsîna kut ê kirin û doznameya ku hatiye amadekirin siyasî ne. Malbata Yildiz bi hêza xwe ya cemaweriyê darazê areste dike. Zext li meqamê lêpirsînê tê kirin.”

Di danişînê de bersûc Enver Yildiz jî mafê axaftinê girt û heqaret li parêzerên Malbata Şenyaşar kir. Li ser vê serokê dadgehê mudaxaleyî wî kir. Piştre Yildiz parêzeran nîşan da got, ‘Hûn me dikujin’. Li ser vê parêzeran got ku Yildiz wan hedef nîşan dide û daxwaza ku heyeta dadgehê mudaxaleyî bike kirin. Yildiz, di berdewama parastina xwe de ev tişt gotin: “Weke malbata Yildiz ji ber ku me li Pirsûsê ala Tirk daleqand û li dijî terorê derdikevin em hedef hatin nişandan. Şenyaşaran bi awayekî planker êrişî me kirin.”

Piştî parastinên têkildarî esasê dadgehê ji bo biryarê navber da danişînê.

Piştî navberê Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Meletiyê biryara xwe a derbarê dozê de eşkere kir. 

Dadgehê 37 sal û 9 meh ceza li Fadil Şenyaşar birî. 18 sal ceza jî li Enver Yildiz birî.