Dadgeha Tirk 36 sal û 8 meh ceza da zarokên Sûrê

Di dema êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk de li dijî Sûrê 11 zarok ji taxan hatibûn tehliye kirin û doz li wan hatibû vekirin. Dadgeha Tirk cezayê girtîgehê dan zarokan.

Li navçeya Sûrê ya Amedê di 28’ê Mijdara 2015’an de “qedexeya derketina derve” hatibû îlankirin û 104 roj dewam kiribû. Ji ber şerê li taxên navçeyê 11 zarok asê mabûn û di 3 û 7’ê Adara 2016’an de hatibûn tehlekirin. Doz li zarokan hatibû vekirin. Dadgeha Amedê ceza li zarokan birîbû. Ceza ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve hatibû xerakirin. Piştî ceza hat xerakirin carek din ji nû ve doz hat dîtin. 

ZAROK KIRIN ‘ENDAMÊ RÊXISTINÊ’ 

4’emîn rûniştina dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Zarokan a Amedê pêk hat. Zarokên serbest tên darizandin bi parêzerên xwe beşdarî rûniştina dozê bûn. Dozgerê dozê mutala xwe eşkere kir û têkiliya zarokan bi rêxistinê re girêda û xwest bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” bên cezakirin. 

Zarokan xwest bi Kurdî parastina xwe bikin, lê dadger ji bilî zimanê Tirkî destûr neda zarok bi Kurdî parastina xwe bikin. 

BI GIŞTÎ 36 SAL Û 8 MEH CEZA BIRΠ

Heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir û heman cezayê berê dîsa li zarokan birî. Dadgehê li M.F.D., S.K., F.B., M.S.K. û A.A. bi îdiaya “Endamê rêxistinê ne” 6 sal ceza birî. Dadger ji ber temenê zarokan ceza daxist du sal û nîvan û 3 sal taloq kir. Heman dadger li R.A., R.H. û Ş.A. jî bi îdiaya “Endamê rêxistinê ne” li her yekê 3 sal û 4 meh ceza da. Li F.Y. û M.Ç. jî bi heman îdiayê 4 sal, 5 meh û 10 roj ceza birî. Li O.S. jî bi heman îdiayê 5 sal û 4 meh ceza birî. Bi giştî  36 sal, 8 meh û 20 roj ceza li 11 zarokan birî.