DAÎŞ'ê li Xûrmatû û Daqoqê êriş bir ser artêşa Iraqê

Çeteyên DAÎŞ'ê li navçeya Daqoq a Kerkûkê û Xurmatûyê êriş birin ser du nuqteyên artêşa Iraqê. Tê gotin ku ji ber êrişê ji artêşa Iraqê kuştî û birîndar hene.

Çeteyên DAÎŞ'ê li herêma navbera navçeya Daqoqê ya Kerkûkê û Xurmatûyê êriş birin ser du nuqteyên artêşa Iraqê.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, çeteyên DAÎŞ'ê nîvê şevê li derdora Mataam Baxire ya nêzî gundê Mahawûj ê Xurmatûyê û herêma navbera Daqoq û Heftexarê li nêzî Mûcama Abûrê êriş birin ser du nuqteyên artêşa Iraqê.

Tê gotin ku piştî êrişê şer derket û di encamê de ji aliyê artêşa Iraqê û polîsên federal kuştî û birîndar hene. Li gorî agahiyan çeteyên DAÎŞ'ê her du nuqteyên êriş kirin bi dest xistine. Lê belê nayê zanîn ku li nuqteyan mane yan nename.

Hate ragihandin ku artêş û polîsên federal ên Iraqê ji bo dest li herêmê werbidin ji Kerkûk, Tîkrît û herêmên din hêz derbasî herêmê kirine.