DAÎŞ'ê li Kifrî êriş kir: 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan

Çeteyên DAÎŞ'ê ku vê dema dawiyê li Başûrê Kurdistanê êriş zêde kirine, vê carê li Kifrî êriş birin ser pêşmergeyan. Hate ragihandin ku 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dane, 2 jî birîndar bûne.

Çeteyên DAÎŞ'ê doh bi şev li navçeya Kifrî ya ser bi Herêma Germiyanê ya Başûrê Kurdistanê êriş birin ser hêzên pêşmergeyan.

Li gorî Rojnewsê, di êrişê de ku li nêzî Bendava Baweşaswar pêk hat, pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da, 3 pêşmerge jî birîndar bûn.

Pêşmergeyên birÎndar rakirin nexweşxaneyên Kelar û Kifrî. Lê belê yek ji birîndaran jiyana xwe ji dest da.

Çeteyên DAÎŞ'ê 28'ê Mijdarê jî li Herêma Germiyanê êriş biribûn ser pêşmergeyan. Di êrişê de 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dabûn, 4 jî birîndar bûbûn.