DAÎŞ’ê êrîşî navçeya Mexmûrê kir: Sivîl revandin-NÛ BÛ

Çeteyên DAÎŞ’ê li nêzî gundê Kendal ê li ber qontara çiyayê Qereçox a ser bi navçeya Mexmûr a girêdayî Mûsilê êrîşî sivîlan kirin. Di êrîşê de 3 sivîl hatin birîndarkirin, 9 jî revandine.

Duh şev çeteyên DAÎŞ’ê êrîş dibin ser gundê Kendal ê girêdayî navçeya Mexmûr a ser bi bajarê Mûsilê.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin girtin, çeteyên DAÎŞ’ê li nêzî gundê Kendal bi cilên leşkerî kemîn danîne. Di dema derbasbûna welatiyên sivîl de, gule li ser wan reşandine. Di encamê de 3 sivîl birîndar bûne, 9 jî revandine, ji van 4 hatine berdan hê jî 5 jî di destê wan de ne. Têkildarî girtiyan ti agahiyek nehatiye girtin.

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku di navbera çete û pêşmergeyan de şer jî rû daye.

Navê welatiyên sivîl ên hatine revandin jî wiha ne: Yusif Mihemed Girdeşîneyî û Mam Bekir Husên Mastfiroş.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku 5’ê Tebaxa 2021’an, li heman cihê ku êrîş pêkhatiye, di bin kontrola hêzên pêşmergeyan de ye, heman rojê DAÎŞ’ê 3 stûnên elektirîka giştî ya tê Mexmûrê teqandibû. Heta niha jî Mexmûr û gundewarên wê bê elektirîk maye.

Heman demê duh salvegera êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser navçeya Mexmûr û dîsa kampa Penaberan a Mexmûrê jî bû.