'Cûmalî Înce bi sekna xwe şoreşgerekî pêşeng bû'

Gerîla Şoreş Ronî qala gerîlayê HPG'ê Cûmalî Înce kir, ku sala 2016'an li Şemzînanê şehîd bû. Şoreş Ronî got, "Hevalê Cûmalî bi sekna xwe ya li nava jiyanê û bi hevrêtiya xwe ji bo me hemûyan, kadroyekî pêşeng bû."

Gerîlayê HPG'ê Şoreş Ronî qala gerîla Cûmalî Înce (Ceyhûn Dîrîn) kir ku sala 2016'an li qada Şemzînanê ya Colemêrgê şehîd bû. Şoreş Ronî destnîşan kir ku Cûmalî Înce ji bo wan kadroyekî pêşeng bû û got, "Hevrê Cûmalî di salên 2000'î de tevlî nava refên azadiyê bûbû. Wê demê tasfiyekarî zêde bû. Li dijî wan têkoşîneke mezin kir. Piştî vê têkoşînê derbasî qada Dersimê bû û li wir herî kêm 6-7 salan karê pratîkî kir. Min di payîza 2012'an de hevalê Cûmalî nas kir. Yekî ji dil bû, durust bû. Hevalê Cûmalî yekî Tirk bû. bi axaftina xwe timî bandor li me dikir, sohbetên wî jî bi giranî li ser jiyana Rêbertî bû; qalê dikir ku Rêbertî çawa nas kir, bandoreke çawa li wî kir. Timî qalê dikir. Bandor li me jî dikir ku hevalê Cûmalî Tirk bû û bi bandora Rêbertî tevlî nava refên PKK'ê bû. Bi nêzîkatiyên xwe yên îdeolojîk xwe di nava jiyanê de nîşan dida. Bi hevrêtiya xwe, bi sekna xwe ya li nava jiyanê ji bo me kadroyekî pêşeng bû."

Şoreş Ronî diyar kir ku Cûmalî Înce li herêma Şemzînanê kedeke mezin da û wiha dewam kir, "Hevalê Cûmalî li qadên prartîkî dima, timî pêşniyar dikir ku biçe cihê şer. Li dijî dijmin xwedî hêrseke mezin bû. Baş zanî bû ku çawa şer bike. Danheviya xwe ya dîrokî xwe di şer û jiyanê de nîşan dida. Gelekî eleqeya xwe ji bo gelê Kurd hebû. Dema ku hevalekî nû dihat exlaq û jiyana partiyê pê dida naskirin. Di dilê her hevalî de cihê wî hebû. Hevrê Cûmalî herî dawî sala 2016'an di şerekî dijî dijmin de tevî komek ji hevalan bi lehengî şer kir û şehîd bû. Em çiqasî qala van hevalan bikin têrê nake. Ew ji bo me bûne pîvana jiyanê. Ez hevrê Cûmalî û hevalên pê re şehîd bûn hemûyan bi rêz bi bîr tînim."