Coşacak: Tirkiye li dijî rapora CPT tevdigere

Parêzer Fûat Coşacak destnîşan kir ku divê dawî li tecrîda li Îmraliyê bê anîn û lêgerînên ji bo çareseriyê ji nû ve bikevin rojevê.

Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an û vir ve dewam dike. Ji bo bidawîkirina tecrîdê jî girtiyên siyasî ji 27'ê Mijdara 2020'î ve di greva birçîbûnê de ne. Hiqûqnas Fûat Coşacak ku di navbera salên 2001-2015'an de parêzerî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kir, tecrîda li îmraliyê, kiryarên xerab û êşkence ji ANF'ê re nirxand.

'ÊŞKENCE LI ÎMRALIYÊ BI RÊK Û PÊK TÊ KIRIN'

Coşacak anî ziman ku sîstema Îmraliyê timî xwe nû dike, her tim bi rengekî neyînî bi rê ve diçe û got, "Li Îmraliyê êşkence bi rêk û pêk e. Di asta herî bilind de êşkence tê kirin. Ev tespît tespîta saziyên navneteweyî ye. Ya ku li vir pêk tê çi ye? Mafê bingehîn, wekheviya destûra bingehînî ya mirovên li Îmraliyê tê binpêkirin. Sekneke mirovî ye ku bê xwestin, hemû saziyê demokratîk bi qanûnî li ber vê yekê rabin."

Coşacak got, nabe ku qanûn li gorî şexsan bê guhertin û wiha dewam kir, "Hevdîtinên malbatê, parêzeran û wasî tên astengkirin. Qîma xwe bi vê jî neanîn, mafê axaftina bi telefonê, şandina name û faksê hatine qedexekirin. Ev yek îzolasyon e. Navê vê yekê di nava hiqûqê de kiryara xerab e, êşkence ye. Ji xwe, têkildarî rewşa heyî, saziyên fermî yên dewletê nikarin bersiveke têrker bidin raya giştî ya neteweyî û navneteweyî. Ev yek li dijî mafên mirovan e, tecrîdeke ku ji tecrîdê jî girantir e. Hewldanek ji bo têkbirina yekparebûna madî û manewî ya şexs û ferdan e. Encama rû dide wê gelekî giran be.

Girtî û hikumxwar xwedî maf in. Mîna mafên; standina hewayê li derve, sobehta bi girtiyên din re. Ya ku tê kirin, tê vê wateyê, 'Ez te nakujim, lê belê ez te hêdî hêdî ber bi mirinê ve dişînim'... Hewldaneke kêfî heye. Ev yek jî bi her awayî dijberiya li hiqûqa neteweyî û navneteweyî ye."

'LI DIJÎ RAPORA CPT TEVDIGERIN'

Coşacak rapora CPT'î ya sala 2020'î bi bîr xist û got, "CPT wiha dibêje, 'Îmrali laboratûwara hem zextê ye hem jî ya demokrasiyê ye. Li wê derê mafên mirovan ên bingehîn hatine binpêkirin. Mirovên li wê derê, pêwendiya wan hatiye birîn. Divê teqez dest ji vê yekê bê berdan'. Ev yek jî nîşan dide ku tecrîda mutleq, êşkence û kiryarên xerab binpêkirineke mafên mirovan e ku di her şert û mercî de divê mirov li ber rabin. Dema ku mirov bala xwe didin ser rêveçûna li Îmraliyê, dibînin ku mafên hevdîtinê her tim ji dest hatiye girtin, amûrên ragihandinê hatine astengkirin û ev yek jî nêzî 25 sal in dewam dike, daîmî bûye.

Mafên ku her girtî û hikumxwar dikarin bi kar bînin, li Îmraliyê 20 salan carekê hatiye bikaranîn. Bêyî cihêkarî di nava şexsan de bê kirin, divê qanûnên neyî bi cih bên anîn. Sîstema hiqûqê mîna maseyeke ji sê lingan e; maf, hiqûq û edalet. Dema ku lingekî maseyê nebe wê biqulipe. Ji fermana islahatê û vir ve helw didin feraseta bicihanîna hiqûqa navneteweyî ji holê rakin, ji ber vê yekê jî divê mirov li ber rabin. CPT ji bo kiryarên li Îmraliyê wiha dibêje; 'hikumxwarên li wê derê hemû di nava tecrîdeke mutleq de ne'.

Ev yek ji bo dewletê tê çi wateyê?... Dibêjin, 'Di vir de fikarên me yên ewlekariyê hene, lewma em vê yekê dikin'. Li cihekî mîna giravekê, ku komek mirov bi her awayî pêwendiya xwe ya bi derve re qut bûye, qala hincetên ewlekariyê yên 'rewa' dikin. Halbûkî ev yek bêhiqûqî ye, divê dest ji vê yekê bê berdan. CPT di nirxandina xwe de raporekê pêşkêşî raya giştî û dewletê dike: 'Divê teqez destûra hevdîtina bi wasî, malbatê û parêzeran bê dayin'. Ev yek banga heyetê ye. Di vir de bang li hikumetê tê kirin. Kiryara tê kirin, ji aliyê hiqûqî ve li dijî mafên mirovan e, rewşeke ku zerarê dide rûmeta mirovan. Saziya girtîgehê islahat e û gelekî girîng e û kesekî li vê derê ji aliyê fîzîkî û psîkolojîk ve radestî civakê bê kirin."

'HINCETA EWLEKARIYÊ YA TIRKIYEYÊ BÊHIKUM E'

Coşacak destnîşan kir ku têkildarî Îmraliyê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ferasetek destnîşan kir û got, "Li wê derê, yê ku hikumê xwe misoger bûye, kî dibe bila bibe hêvî û mafê xwe yê berdanê heye. Ev mafê hêviyê nabe ku bê binpêkirin. Naveroka vê ferasetê wiha ye; 'Heta mirinê hiştina li girtîgehê binpêkirina mafên mirovan e'. Lewma fikarên ewlekariyê yên 'rewa' bêhikum in."

'DEWLET NAKUJE, HÊDÎ HÊDÎ TUNE DIKE'

Coşacak bal kişand ser armanca dewletê û got, "Nêrîna dewletê girîng e. Eger nêrîna dewletê ji bo jiyanê û parastina jiyanê be, hingî kiryarên din ne zêde girîng e. Lê belê eger ev mantiq berevajî nêrîna hiqûqê be, hingî kiryar hemû jî wê berevajî bin. Mejiyê 'Ez te nakujim, lê belê hêdî hêdî dikujim' mantiqê AKP'ê ye. Di vê de jî israr dike."