Colemêrgiyan şande pêşwazî kir, xwedî li berxwedana zindanan derket

Şandeya DTK, DBP û HDP’ê li Colemêrgê çû serdana esnafan. Gel şande pêşwazî kir û bi dirûşmeyan xwedî li berxwedana zindanan derket.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Perwîn Bûldan, serdanan esnafên li navenda Colemêrgê kirin. Li Balafirgeha Geverê şande ji aliyê Colemêrgiyan ku di destên wan de dovîzên li ser wan hatibû nivîsandin “Ji bo azadiyê”, “Ji bo çareseriyê”, “Em piştewaniyê mezin dikin” û “Em HDP’yî ne, li her derê ne” hebûn hatin pêşwazîkirin û bi konvoyê ber bi navenda bajêr bi rê ketin.

Şande di destpêka bajêr de ji aliyê hejmarek zêde endam û alîgirên partiyê we hat pêşwazîkirin. Şande li gel komeke qerebalix serdana esnafan kir û guh dan pirsgirêkên wan. Di dema serdanê de gel bi berdewamî bi berzkirina dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” ve xwedî li berxwedana girtiyên ku li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne derket.

Buldan nerazîbûn nîşanî polîsên ku dixwestin destwerdana gel bikin da û got, “Ezê vir birûnê û ranabim. Emê dirûşmeyan jî berz bikin. Çi mafê we yê astengkirinê tineye.” Gel piştî wê careke din dirûşme berzkirin.

Şande piştî serdana esnafan kir, çû Geverê.