Ciwanên şoreşger 9’ê  Cotmehê protesto kirin

Ciwanên Şoreşger ên Başûrê  Kurdistnê ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotehemê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gefên êrîşê ya dewleta Tirk çalakiyeke kirin.

Ciwanên şoreşger bi pankart û nivîsên li ser dîwaran nivîsandî, gava yekem a Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê destpê kir û dîsa gefa êrîşên dewleta Tirk a dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarokê Çemçemal a Silêmanî çalakî kirin.

Ciwanan li ser dîwar nivîsên ‘Bijî Apo’, ‘Bijî Berxwedana YPG/YPJ’, ‘Bimre Xiyanet’ û ‘Pêwîstiya Rojava bi me hemûyan heye werin em bi hev re welatê xwe biparêzin’ hildan.