Ciwanên Rojava li Kerkûkê gerîla û pêşmerge ziyaret kirin

Ciwanên Rojava yên ku li Başûrê Kurdistanê  bi partiyên siyasî û baskên ciwanan re hevdîtin kirin, îro li Kerkûkê çûn serdana gerîla û pêşmergeyan.

Ciwanên Rojavayê Kurdistanê û Rêxistina Azadiya Ciwanan, Ciwên Welatparêzên Kurdistanê û Ciwanên Hizba Komunîst li Başûrê Kurdistanê çûn serdana gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) û YJA-Star’ê û hêzên pêşmergeyan yên li navenda leşkerî ya Keywan a bajarê Kerkûkê. Ciwan destpêkê serdana eniya hêzên pêşmerge kirin û ji aliyê Fermandarê Pêşmergeyan Setîp Ehmed ve hatin pêşwazî kirin.

Piştî serdanê Fermandarê pêşmergeyan Setîp Ehmed û ciwan bihevre daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Ehmed ji bo serdana ciwanan got: "Ev serdana me kêfxweş kir û dibe sedem ku em xwe bihêztir bikin. Ji ber Rojava hêzeke mezin daye tevahî gelê Kurd yên li hemû parçeyên din yên Kurdistanê.”

Her wiha Endamê heyeta Ciwanên Rojava Amed Memo jî di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û got: "Armanca serdana me bihêzkirina yekîtiya netewî ye. Hevgirtina ciwanan jib o parastina xaka Kurdistanê ye. Her wiha em peyama yekîtiya neteweyî radigihînin û ji hêzên Başûrê Kurdistanê û fermandarên pêmergeyan dixwazin ku ji bo pêkanîna kongreya netewî ya Kurdistanê bikevin nava hewldanan. Her wiha em ji ciwan û hêzên pêşmerge dixwazin ku herdem hemahengî û hevsengî di navbera hêzên gerîla û  şervanan de saz bikin."

Piştre jî heyta  ciwanên Rojava û Başûrê Kurdistanê bihevre çûn serdana Gerîlayên HPG'ê û YJA-Starê. Heyet ji aliyê Fermandara YJA-Strarê û HPG'ê ya Kerkûkê Nûheyla Sîferok ve hate pêşwazî kirin.

Her wiha ciwanan û gerîla jî bihevre daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de destpêkê Fermandara YJA-Strarê Nûheyla Sîferok axivî û got: "Hatina heyta Ciwanên Rojavayê Kurdistanê û yekgirtina wan ya li gel Ciwanên Başûrê Kurdistanê xwedî girîngiyeke mezin e. Ev peyama yekîtiya netewî dide. Ciwan bi vê serdana xwe ya ji bo hêzên gerîla û pêşmerge ji me re dibêjin, pêwîste êdî Kurd nebin dijminê Kurd. Divê em hemû ji bo Kurdistanek azad û demokratîk hewl dibin."

Li vir berdevkê heyeta  Ciwanên Rojavayê Kurdistanê Ebdulxenî Omer jî ev tişt anî ziman: "Em dixwazin ciwanên parçeyên din yên Kurdistanê serdana Rojava bikin. Ji bo ku em konferana netewî ya ciwanan pêk bînin û vebûnek ji bo pêkanîna kongreya netewî ya Kurdistanê çêbikin."

Ciwanên Rojava yên ku rojên bihurî derbasî Başûrê Kurdistanê bibûn, di serî  de li gel Yekîtiya Nîştîmanî Kurdisan (YNK), Tevgera Goran, Tevgera Azadî, Partiya Komunîst, Partiya Îslamî û bi gelek pêkhateyên siyasî re hevdîtin pêk anîbûn.