Ciwanên Roboskî piştî komkujiyê berê xwe dan çiyê

Fadîle Tosûn ku kurekî wê di Komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku kurekî wê jî piştî komkujiyê tevlî nava refên PKK'ê bû.

Di çarçoveya polîtîkayên qirkirina Kurdan de yên dewleta Tirk, heta niha bi sedan carî komkujî hatine kirin. Komkujiyên di dema Raperîna Şêx Seîd, Dersim, Zîlan, Agirî, Sûr û Cizîrê hatin kirin çend ji wan in. Di 28'ê Kanûna 2011'an de yek ji komkujiyên ku dewletê bi rengekî fermî kir pêk hat. Komkujiya Roboskî. Balafirên şer ên F-16 ên artêşa Tirk li gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê bombe li mirovên sivîl ên di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê bazirganî li ser sînor dikirin barandin û 34 sivîl qetil kirin.

Tevî ku di ser komkujiyê re 8 sal derbas bûn kiryar ji aliyê dewletê ve hatin xelatkirin û gotina 'komkujî' jî li pênasekirina vê hovîtiyê hate qedexekirin û di vê mijarê de gelek doz hatin vekirin. Malbatên 34 kesên bi rengekî hovane hatin qetilkirin ti carî ji têkoşîna xwe venegeriyan. Ji bo kujerên zarokên wan bên dîtin, darizandin û cezakirin malbat têkoşiyan. Lê der barê wan de doz hate vekirin, lêpirsîn hate meşandin û hatin girtin.

Piştî komkujiyê tevlîbûna ciwanên Roboskî li nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd zêde bû. Ramazan Tosûn yek ji van ciwanan e ku di dema komkujiyê de kekê wî jiyana xwe ji dest da.

'YEKÎ ZÎREK Û SERKETÎ BÛ'

Dayika wî Fadile Tosûn anî ziman ku kurê wê Ramazan ê ku li navçeya Qilabanê ya Şirnexê ji dayik bû, ji zarokatiyê ve yekî zîrek û xebatkar bû. Dayik Fadîle Tosûn destnîşan kir ku kurê wê di perwerdeyê de jî gelekî serketî bû û got, "Kurê min gelekî zîrek û serketî bû, lewma bavê wî ew li dibistaneke taybet a li bajarokê Dêrgulê yê nêzî gundê me qeyd kir. Dema ku li dibistana li Dêrgulê dixwend di çêkirina wêneyan de xwe bi pêş xist. Gelek caran bi saya wêneyên ku çêkir xelat wergirt."

Tosûn ragihand, kurê wê piştî xwendina li Dêrgulê çû dibistaneke cuda ya li Rihaê û got, "Dema ku li Rihayê dixwend mamosteyên wî spartek dabûn wî ku çêbike. Ramazan jî wêneyê Ahmet Kaya çêkiribû. Mamoste jî nerazîbûn nîşanî Ramazan dabû. Jê re gotibû ku wêneyê amade kiriye ne wêneyekî baş e. Kurê min jî got ku wî sparteka xwe bi vî wêneyî çêkiriye. Lê belê nerazîbûna mamoste li wêneyê Ahmet Kaya bû.

Kurê min hewl da ji mamoste re vebêje ku kesê wêneyê wî çêkiriye sûcdar nîne, her wiha çêkirina wêne jî tiştekî nebaş nîne. Mamosteyê wî li dijî wî bi hêrs bû. Di sparteke din de jî wêneyê du çivîkan çêkiribû. Ev wêne jî bi rengan çêkiribû. Mamoste jî vê carê gotibû ku wêneyê çivîkan al e û bi ser kurê min de çûbû."

'TIŞTA KU LI KEKÊ WÎ HATIBÛ KIRIN QEBÛL NEDIKIR'

Tosûn destnîşan kir ku kurê wê ji ber van pirsgirêkên li dibistanê gelekî bi hêrs bû û got, "Ji xwe dixwest tola kekê xwe hilîne ku li Roboskî hatibû qetilkirin. Tişta ku li kekê wî kiribûn ti carî qebûl nedikir. Vê yekê bandoreke mezin li wî kiribû. Li dijî yên ku vê êşê ji me re rewa dibîne bi hêrs bû û ev yek jî timî dianî ziman. Rojekê dema bi karwan re çû qaçaxê venegeriya. Ramazan 3 sal piştî qetilkirina kekê xwe dema diçû dibistanê tevlî gerîla bû."

Dayik Tosûn anî ziman ku kurê wê Ramazan di 11'ê Tebaxa 2018'an de şehîd bû û got, "Rojekê me di televîzyonê de dît ku kurê min şehîd bûye. Me li gund konê sersaxiyê vedan. Dewletê dor li konê me yê sersaxiyê girt. Nedihiştin ku yên dihatin sersaxiyê xwe bigihînin me. Nasnameyên wan kontrol dikirin, plaqeyên wesayitan qeyd dikirin. Wê demê em gelekî aciz kirin. Di vê demê de ku Ramazan çû, gelek ciwan ji gund çûn. Piraniya ciwanên çûn jî xizmên wan di Komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dan. Tenê ji malbata min 3 ciwanên me çûn. Ji malbatên din ên gund jî çûn."