Ciwanên Mexmûrê tecrîd û cezayê disiplînê ya li ser Ocalan protesto kirin

TCM û TJCM bi meşekê tecrîd û cezayê disiplînê yê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan proteso kirin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî endamên Tevgera Ciwanên Mexmûrê (TCM) û Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) tecrîd û cezayê disiplînê yê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan proteso kirin.

TCM û TJCM’ê li dijî tecrîd û cezayê displînê ya dewleta Tirk a dagirker a 21’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din meşek lidar xisin.

Meşa ciwanan ji ber deriyê Dibistana Amadeyî ya Şehîd Koçerîn dest pê kir û heta Navenda Çand û Huner a Mexmûrê (NÇHM) dom kir. Di meşê de al û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, KCK û pankarta “Tecrîdê Bişkînin, Faşîzmê Hilweşînin, Kurdistanê azad bikin” û “Serî Hilde Rêber Apo azad bike” hatin hildan.

Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdên şoreş û Kurdistanê daxuyanî ji aliyê Berdevka TJCM’ê Kajîn Ozek ve hate xwendin.

‘JI DERVEYÎ JIYANEKE DEMOKRATÎK Û AZAD JIYANEK DIN NAYÊ PEJIRANDIN’

Ozek bal kişand ser polîtîkayên hêzên hegemon û dewleta Tirk û ev got: “Polîtîkayên hêzên hegemon û desthilatdar ên înkar û îmhayê li ser gelê Kurd daye meşandin, heta niha berdewam dikin. Li hemberî wan polîtîkayên bi projeya neteweya demokratîk bûyîna alternatîfa jiyaneke azad e. Ji ber vê yekê acizî û tengavbûyîna, hêzên desthilatdar bi hovane li ser gelê Kurd û gelê Rojhilata Navîn xwe dide der. Berxwedana gelê Kurd û bi giştî serhildanên gelê Rojhilata Navîn ku îro rû didin, dide diyarkirin ji derveyî jiyaneke demokratîk û azad ti jiyaneke din nayê pejirandin. Hêzên desthilatdar pir baş dizanin ku kilîta çareseriya vê aloziya Rojhilata Navîn di destê Rêber Apo de ye.”

‘CEZAYÊ DISIPLÎNÊ KIRYAREKE DERVEYÎ MIROVAHIYÊ YE’

Kajîn Ozek helwesta ciwanan bibîr xist û got: “Em ciwanên Mexmûrê di ferqa wan kirinên ku dijmin dike de ne. Ji ber vê yekê cezayê disîplînê yê li ser Rêber Apo û her sê hevalên din hatiye kirin protesto dikin. Weke kirineke derveyî mirovahiyê dibînin.”

Çalakî bi dirûşmên, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Bimire faşîzma Erdogan û hevkarên wî’ bi dawî bû.