Ciwanên Mexmûrê bi meşeke meşaleyan komplo protesto kirin

Bi pêşengtiya ciwanan xwendekar û xelkê Mexmûrê bi meşeke meşaleyan Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin. Ciwanan piştî meşê kon danîn.

Li Wargeha Penaberan a Mexmûr ji bo şermezarkirina destpêkirina komploy a navneteweyî ya  9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) û Tevgera Ciwanên Mexmûrê (TCM) û tevlîbûna xwendekar û xelkê Mexmûrê meşek bi meşaleyî hat lidarxistin.

Gel li ber avahiya Malbatên Şehîdan kombûn û heta ber konê ku li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî vedayîn meşiyan.

Di meşêde alên ku wêneyê Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankartên bi nivîsa ‘Bi Ruhê Redayên Fedayên Bazê Zagrosê Emê Kompiloyê Têk bibin’, ‘Bi tekoşîna Jinên Ciwan Komploya Navnetewî wê têk biçe’, ‘Jinên ciwan wê bi ruhê Zendûra Komployê vala der bixe’, ‘Jin û Ciwan hêza hilweşandina komploya navnetewî ne’ hatin hildan. Bê navber dirûşmên ‘Ciwan fedayê Rêber Apo ye’, ‘Bijî Serok Apo’ heta ber kon qêrîn.

Konê ciwanan wê heta 9’ê Comtehê bi çalakiyên cihê dewam bike. Li pêşiya kon berdevka TJCM’ê Kajîn Ozek daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Komploya navnetewî ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji aliye hêzên hegomonîk ya cîhanê ve hatiye destpêkirin. Sedsala 21’an di asta xwe ya herî bilind de berdewam dike. Di vê komploya navnetewî de armanca sereke Rêberê gelan Rêber Apo hat hedefkirin. Di kesayeta Rêbertî de bi komployek navnetewî êrîşekî topyekûn li ser tevahî civaka Kurd heye. Di wir de bi taybet jin û ciwan hedef tên girtin. Ev êrîşên şerê taybet ku li ser jin û ciwanan tên meşandin, lingekî yê vê komployê ye. Çawe ku Rêberê me hat hedefkirin, tinebûna gelê Kurd hat armanc kirin û di heman demê de jî li hemberî azadiya Jin hatiye kirin. Lê li ruxmê ku Rêbertiya me li Îmralî di nava tecrîdek girankirî de ye, bi fikir û paradîkmaya xwe komplo vala derxist.

Di aliyê din de lingê komploya 3’yemîn ku êrîşên li Herêmên Parastina Medyayê didin meşandin bi berxwedaniyeke dîrokî re dimînin. Li ruxmê ku hemû karanînên teknîkî, çekên kîmyawî bi kartînin jî gerîlayên azadiya Kurdistanê teslîmyetê qebûl nakin û bi çalakiyên fedayî dijmin vala derdixînin. Em weke jinên Ciwan yên Mexmûrê ji bo têkbirina Komployê bi ruhê pêngava ‘Were Cenga Azadiyê’ li ser vî bingehî em dixwazin çalakiya xwe ya kon vedanê bidin destpêkirin. Bi çalakiyên xwe em dixwazin diyar bikin ku me jixwe re hilweşandina vê komployê kiriye îdîa heta em negehin armanca xwe, em TJCM û TCM banga me ji bo tevahî ciwanan heye ku xwe bi îdeolojiya Rêber Apo bi rêxistin bikin, li hember hemû êrîşan bêdeng nemînin, xwedî li Rêbertî, gerîla û şehîdên xwe xwedî derbikevin. Bila ciwan ji hêza xwe ya cewherî bawer bikin û xwe bi rêve bibin. Dijmin bila baş bizanibe em ciwan li ser rêya fedayane, şeref û namûsê heta dawî xwe bi rêxistin bikin û soza ku me daye Rêbertî emê bikin gule û di mejiyê dijmin de bi teqînin. Em weke pêşeng û pêşeroja civakan, weke hêza dînamîk, bi ruhê Apogerî ya ku li Zendûra, Werxelê û Mamreşo bilind dibe, komploya navnetewî têkbibin faşîzmê hilweşînin û bi Rêberê xwe re azad jiyan bikin.”

Meş bi dirûşmên ‘Bê Sereok Jiyan Nabe’, ‘Bijî Berxwedana Gerîla’ bi dawî bû.