Ciwanên li Çiyayê Bêzarê hatin qetilkirin hatin bîranîn

28 ciwanên ku 28 sal berê di encama bombardûmana hewayî ya artêşa Tirk de li çiyayê Bêzarê şehîd bûn, li gorên xwe hatin bîranîn.

28 ciwanên ku di 17’ê Gulana 1994’an de di encama bombardûmana hewayî ya artêşa Tirk de li çiyayê Bêzar a navçeya Çêlikan a Semsûrê hatin qetilkirin, li ser gora xwe hatin bîranîn.

Merasîma bîranîna ciwanan li goristana Kayapinar a Semsûrê li ser gora temsîlî ku navê 28 şehîdan û gotina “Em jiyanê bi qasî ku di oxira wê de bimrin, hez dikin”  hatî nivîsandin pêk hat.

Malbatên 28 ciwanên şehîd, endamên Komeleya Çandê û Yekitiyê ya bi Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Kesên Xizmên xwe di Dergûşa Şaristaniyê de winda kirine (MEBYA-DER) û nûnerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şemsûrê tevlî merasîma bîranîne bûn.

Kesên beşdarî bîranînê bûn diyar kirin ku ew ê cangoriyên xwe ji bîra nekin û ew ê girêdayî bîranînên wan bimînin. Bîranîn bi danîna qerenfîlên li ser goran bi dawî bû û ji bo cejnê serdana malbatên ciwanan kirin.

ÊŞKENCE LI CENAZEYÊN CIWANAN KIRIN

Leşkerên Tirk cenazeyên ciwanan ji çiyê lingên wan bi hestir û hespan ve girêdayî kaşkirin û li hewşa qereqolê hiştin. 11 cenaze ji aliyê malbatên wan ve hatin teşhîskirin û 17 cenazeyên din jî ji aliyê leşkeran ve li çala ku goristana Kayapinar a Semsûrê hatibûn kolandibûn hatin veşartin.