Ciwanên Kurd pêngava ‘Nehêle’ dan destpêkirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk li Ewropayê dest bi pêngava ‘Nehêle’ kirin.

Rêxistinên ciwanan daxuyanî dan û îlan kirin ku wan dest bi pêngaveke nû kirin.

Di daxuyaniya rêxistinên ciwanan de ev tişt hate diyarkirin:

“ Em Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad bang li ciwanên Ewropayê dikin ku, li hemberî komplogeran em li her derê dakevin qadan.Heta ku êrîşên dagirker were sekinandin, divê em bi xezeba ciwanên şoreşger dest bi berxwedanê bikin û divê dinya biheje. Divê her kolan û tax bibin çepera berxwedanê. Ji bo Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê tekane re, berxwedan e. Li hemberî tecrîda li ser Rêber Apo û faşîzma li ser Kurdistanê, divê em dakevin qadan û destûrê nedin van êrîşan.”