Ciwanên ku xwestin tecrîdê protesto bikin hatin astengkirin

Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer li ser goristana şehîdan xwestin bi meşekê tecrîda li ser Ocalan û êrîşên dewleta Tirk protesto bikin. Meş ji aliyê asayîşê ve hate astengkirin.

Li bajarê Silêmanî Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer xwestin bi meşeke meşaleyî li goristana şehîdan xwestin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk protesto bikin. Lê asayîşê pêşiya wan girt û rê nedan ciwan bimeşin. Li ser vê ciwanan li Baxê Giştî yê Silêmanî daxuyaniyek da.

Bi dehan ciwan tevlî çalakiyê bûn. Ciwanan bi nivîsa destan li ser paçekî spî nivîsa, ‘Êrîşa li ser goristanên şehîdan berdewama tecrîda li ser Rêber Apo ye’. Ciwanan meşa pêxistin û wêneyên şehîdên meha Gulanê, al û posterên Ocalan hildan rakirin.

Li ser navê ciwanan Kaneh Xelîl daxuyanî xwend. Xelîl diyar kir ku êrîşên goristan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li Başûrê Kurdistanê girêdayê tecrîda girankirî a li ser Ocalan ne. Xelîl da zanîn ku li beramberî êrîşên li ser goristanan pêk tê wê bêdeng nemînin li her derê bi her cûre wê dengê xwe bilind bikin.

Ciwanan bê navber dirûşmên ‘Azadî azadî bo Rêber Apo azadî’, ‘Bijî Serok Apo’’, ’Bijî Yekîtiya Gelê Kurd’’ û ‘’ Şehîd Namirin’’ qîr kirin.

Daxuyanî bi staranên şoreşgerî û dirûşman bi dawî bû.